Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne 2024-09-27 11:46:46   AMED - Di lêpirsîna kuştina Narîn de hat tespîtkirin ku dema Nevzat Bahtiyar cenazeyê Narînê di nava çem de vedişart du kesên din jî pê re bûne.   Narîn Guran a 8 salî roja 21’ê tebaxê li gundê Çûliyê girêdayî navçeya Rezan a Amedê hat windakirin. Piştî 19 rojan di 8’ê îlonê de cenazeyê wê li çemê binê gund ku 2 kîlometreyan jê dûr hat dîtin. Lêpirsîna têkildarî cînayeta Guranê berdewam dike.    Qeydên kameraya baregeha leşkerî ku herêmê dibîne beriya niha hatibûn lêkolînkirin. Qeydên ku tên dîtin ku wesayîta sor 50 deqîqeyan li wir disekine jinûve hatin temaşekirin. Qeydên kameraya HD ya çavên baz ku aydê herêma baregeha leşkerî ye cara duyemîn hatin mezinkirin û temaşekirin. Di dîmenan de hate tespîtkirin ku li cihê bûyerê tenê Nevzat Bahtiyar nebûye, du kesên din jî li cihê ku cenazeyê lê hatiye veşartin hebûne.    Nehate zanîn ku ev kes ji malbata Guran in an jî xizmên Nevzat Bahtiyar in. Dîmen hemû li hard dîskekê hatin barkirin, di nava zarfeke girtî ya mohr de ji TUBÎTAK’ê re hatin şandin. Piştî ku analîza dîmenan ji aliyê şandeya pispor a ji 6 kesan pêk tê ve hate kirin dê nasnameya her du kesên ku dema Nevzat li kêleka çem bû bê tespîtkirin.