Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin 2024-09-27 10:08:53   AMED - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol West lêpîrsîna cînayeta Narîn Guran bê kûrkirin û got: “Belavkirina girtekên dosyeyê dide nîşandan ku hewldanek heye ku delîlan ji holê rake.”    Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çûliyê yê ser bi naçveya Rezana Amedê ve hatibû windakirin. 21 rojan windayî ma. Cenazeyê wê roja 8’ê îlonê li newal ango çemê binê gund hat dîtin. Lêpirsîna têkildarî cînayeta Narînê berdewam dike. Hê jî nehatiye tespîbkirin ku kujerê Narînê kî ye. Di çarçoveya lêpirsîna cînayetê de dayik, bira û apê wê Salîm Guran jî di nav de 12 kes girtî ne.    Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê di 26’ê îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û gilî kir. Di gilîkirinê de hat xwestin têkiliya di navbera Salîm Guran û Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû de bê tesbîtkirin. Galîp Ensarîoglû gotibû malbata Guran dostên wan ên 40 salî ne.    Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol têkildarî serlêdana ku kirine û lêpirsîna Narînê axivî.    FIKARÊN WAN ZÊDE NE    Ozbîngol diyar kir ku girîng e ku di çarçoveya lêpirsînê de hemû berpirs bên tesbîtkirin û got: “Çimkî êdî tehamula me kesî nemaye ku zarok û jin li ser vê erdnîgariyê bên windakirin û kuştin.” Ozbîngol da zanîn ku dema ew li agahiyên di lêpirsînê de derdikevin holê dinêrin gumanên wan ên li ser têkiliyên tarî zêdetir dibin û wiha got: “Di dosyeyê de ferdên malbatê faîlên sûc in, her wiha têkiliya wan a bi rayedarên desthilatdariyê re gelek fikaran xist serê me ku hem tê xwestin delîlan ji holê rakin hem jî wê hemû faîl neyên tesbîtkirin. Ji ber van fikaran me hewceyî pê dît ku em daxwaza lêpirsînek bi bandor bikin û xwedî li dosyeyê derkevin. Em jî daxwaza lêpirsîna bi bandor wek wezîfeyek û berpirsiyariyekî datînin pêşiya xwe.”    'BILA HEMÛ HÛRGULÎ BÊN TESBÎTKIRIN’    Ozbîngol anî ziman ku tevî biryara veşarî li ser dosyeyê heye jî lê dosye, ewraq û beyanên bi guman bi raya giştî re hatin parvekirin û got: “Dixwazin dosyeyê bêfaîl bihêlin. Mudaxileyên bi vî rengî hene. Me xwest hemû hûrguliyên lêpirsînê bên tesbîtkirin û têkiliya di navbera Galîp Ensarîoglû û Salîm Guran de bê lêkolînkirin.”    'DIXWAZIN DELÎLAN JI HOLÊ RAKIN’    Ozbîngol destnîşan kir ku tê xwestin ku delîlên lêpirsînê ji holê bên rakirin û got: “Ferasetek û amadekariyek heye ku xwe nîşan dide hem ser delîlan hem jî ser cînayetê bigirin. Dixwazin bandorek neyînî li ser dosyeyê bikin. Ev feraseta organîzekar hewl dide dosyeyê ber bi bêcezahiştinê ve bibe. Xwedîderketina me ya li dosyeyê ji ber vê yekê ye. Em dixwazin faîl bên dîtin û li pêşberî darazê cezayên ku heq dikin bigirin. Destên hin kesan di vê dosyeyê de heye ku dixwazin delîlan ji holê rakin. Medya nêzî desthilatdariyê dosyeyê bi şiklê magazînê nîşan dide, ev jî mafdariya guman û fikarên me derdixe holê. Me bi vê serlêdanê xwest pêşî li windakirina delîlan bê girtin û mudaxile li dosyeyê neyê kirin.”    MA / Rûkiye Adiguzel