Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin 2024-09-27 09:04:56 EDENE - Walîtiya Edeneyê bi hinceta ku posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pirê ve daliqandine, 2 ciwan hedef nîşan dabû. Di lêpirsîna derheqê ciwanan de biryara neşopandinê hate dayin.  Di 8’ê sibatê bi Pira Celal Bayar a li ser Rêbeja D-400’ê ya li navçeya Seyhanê ya Edeneyê posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate daliqandin. Dîmenên posterê jî li ser hesabên medyaya dijîtal hatin parvekirin. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û ciwanên bi navên M. K. û B. A. bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.    Her du ciwanên hatin binçavkirin ji hêla Waliyê Edeneyê Yavuz Selîm Koşger ve hedef hatin nîşandan. Walîtiyê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyanî da û bi gotinên “Ciwanên qeyda wan a endamtiya rêxistinê heye û hewl didin yekitî û yekparetiya dewletê xerab bikin” hedef girt. Piştî daxuyaniya Koşger jî her du ciwan di 12’ê sibatê de sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Edeneyê hatin kirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    BÊYÎ DELÎL HEBIN HATIN BINÇAVKIRIN   Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de nehat tespîtkirin bê ka bûyer ji hêla kê ve hatiye kirin û ji bo dosyayê biryara neşopandinê hate dayin. Di biryara neşopandinê de hat gotin ku nayê zanîn bê ka bûyer kengî û ji hêla kê ve hatiye kirin, li cihê bûyerê kamera tune ye û M.K. û B.A. jî li ser îxbarê weke gumanbar hatine binçavkirin.    Her wiha hate gotin ku sînyalên telefonê yên binçavkiriyan li cihê bûyerê xuya nakin, saeta posterê Abdullah Ocalan hatiye daliqandin nehatiye tespîtkirin û têkildarî bûyerê tu delîl nehatine bidestxistin. Bi vê boneyê jî biryara neşopandinê hate dayin.    MA / Hamdullah Yagiz Kesen