Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv 2024-09-26 14:34:52   AMED - Nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo perwerdekarên MED-DER’ê yên hatine binçavkirin bi zaravayê kirmanckî yê kurdî atolye li dar xist.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di sala 2022’yan de hatiye destpêkirin de di 24’ê îlonê operasyonek hate lidarxistin û bi ser Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Koperatîfa Ziman, Çand û Perwerdê ya Ankayê de girtin û 30 kes binçavkirin.    Nûneren Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li MED-DER’a ku bi serdegirtin atolye li dar xistin. Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol û gelek nûnerên saziyên din tev li vê atolyeyê bûn. Li atolyeyê zext hatin şermezarkirin û hate xwestin ku kesên di bin çavan de bên berdan.   ‘EM Ê BI AXAFTINA ZIMANÊ XWE JI WAN RE BIBIN BERSIV’    Li MED-DER’ê bi mijara “Qirkerdişê Ziwanî/Qirkirina Ziman” ders hate dayîn. Aktîvîsta çand û zimanî Nesrîn Şanli ya ders da, bi lêv kir ku êrişên li dijî zimanê kurdî û saziyên wê şermezar dikin û dest bi dersê kir.    Şanli ya qala zextên li ser ziman û çanda kurdî kir, wiha got: “Çi li ser nivîsên hişyariyê yên trafîkê çi li ser govendên me her tim zextek heye. Piştî nivîsên hişyariyê yên kurdî û govendê niha jî bi binçavkirina perwerdekarên me yên dersa kurdî didin hewl didin zextê bikin. Em careke din van polîtîkayan şermezar dikin. Bi sedan salan e li ser zimanê kurdî polîtîkayek tê meşandin. Dema em niha jî lê dinêrin kesên ku bi kurdî diaxivin an jî bi kurdî stranan guhdar dikin an tên qetilkirin an jî tên girtin.”   Şanli, axaftina xwe wiha domand: “Kesên rayedar her çiqas îdia bikin ku li ser zimanê kurdî qedexe nîne jî tîpên x,w,q û ê hêj li Tirkiyeyê qedexe ne. Ji ber ev tîp nikarin di nasnameya me de bên bikaranîn nav jî bêwate dimînin. Em ê bi axaftina zimanê xwe ji van êrişan re bibin bersiv.”