Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê 2024-09-26 13:22:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegera girtî Pexşan Ezîzî ya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, rakirin nexweşxaneyê.    Rojnameger Pexşan Ezîzî ya rejîma Îranê cezayê îdamê lê biriye, rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên nûçeya medyaya li Rojhilatê, piştî ku bijîşk dermankirina li nexweşxaneyê pêşniyar kirine hêzên rejîmê Ezîzî ji Girtîgeha Evînê birin nexweşxaneyê.    Di daxuyaniya ser hesaba medya dîjîtal a Ezîzî ya 23’ê îlonê hatiye parvekirin de wiha hatibû gotin: “Serê Ezîzî diêşe û tevî ku malbat amade ye ku mesrefên dermankirina wê bigirin ser xwe jî, nahêlin biçe li nexweşxaneyê.”   Ezîzî di meha tebaxa 2023’yan de ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û piştre ji hêla Dadgeha Tehranê ve bi hinceta tev li çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” bûye, cezayê darvekirinê lê hate birîn.