Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev 2024-09-25 15:47:52   DÊRSÎM - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Piştî encambûna Turnûvaya Gulistan Dokûyê li Dêrsimê cihê ku Gulistan lê hatiye windakirin daxuyanî da û diyar kir ku faîlê Gulistanê dewlet e.    Tûrnûvaya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrastiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya Gulistan Dokûyê ya di 5’ê çileya 2020’an de hatiye windakirin û careke din agahî jê nehatiye girtin bi diruşmeya “Li dijî şerê taybet tekoşînek bi heybet” Tûrnûveya Gulistan Dokuyê li dar xist. Tûrnûvaya ku maça wê ya ewil di 21’ê gulanê 2024’an hatiye lîstin, bi maça dawî ya di 23’ê îlona 2024’an bi dawî bû. Di maça dawî de Cizîrspor bû yekem. Ciwanên di tûrnûveyê de bi ser ketine li cihê ku Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev. Ciwan li ziyareta Dayika Fatmayê daxuyanî dan û pankarta bi kurdî û tirkî a “Em li dijî şerê taybet li holan tên cem hevdu” vekirin.    ‘GULISTAN DOKÛ LI KU YE?'   Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Esma Ateş wiha got: “Cihekî wekî Dêrsimê ya ku her çar aliyê wê bi kamerayan ve hatiye dorpêçkirin, ciwanek ev 5 sal in winda ye, tu agahî jê nayên girtin. Em ê pirsîna aqûbeta Gulistan Dokuyê bidomînin.    Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan a polîtîkayên desthilata AKP’ê û MHP’ê rexne kiriye ev tişt gotin: “Em ê pirsîna aqûbeta Gulistan Dokuya bi salan e naxwazin were dîtin, bidomînin. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin, kujer bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên berdan. Em ê li her derekê biqêrin. Gulistan Dokû li ku ye?”   ‘FAÎL DEWLET BI XWE YE’   Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Berîvan Kocaoglû jî ev tişt gotin: “Çar aliyê wê bi qereqol û qelekolan hatiye dorpêçkirin, 7 roj 24 saetan tê şopandin û li Dêrsimê Gulistan Dokû hêj winda ye. Em desthilata dijminê jinan AKP’ê û MHP’ê li Amedê bi Narîn Guranê, li Êlihê bi Îpek Erê, li Dêrsimê bi Gulistan Dokuyê nas dikin. Faîlê Gulistan Dokûyê dewlet bi xwe ye. Dê jin li her derê rastiyê biqêrin. Em ê çeteyên dijminên jinan ji van axan biqewirînin. Em ê bi têkoşîna rêxistinî ya jinan dijminên jinan di dîrokê de bidin veşartin.”    Kesên tev li daxuyaniyê bûne çerax vêxistin û qûrnefîl danîn li çemê Mûnzûrê. Ciwan herî dawî wêneyên Gulistan Dokûyê li darên Qada Seyît Riza ve daliqandin.