DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn 2024-09-25 13:28:27   ŞIRNEX - DBP û DEM Partiyê li Cizîrê di navbera wan de dijminatî hebû lihev anîn.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo lihevanîna malbatên Afşar û Geçgelê ku di navbera wan de dijminatî hebû, ketin nava hewldanan û sulha wan kir. Sulha malbatan li taxa Surê hate kirin. Rêveberên DBP û DEM Partiyê yên navçeyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Meclisa Dayikên Aştyê û MEBYA-DER jî tev li bûn.    'DIVÊ EM LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN QIRÊJÎ HIŞYAR BIN’    Malbatên Afşar û Geçgel jî bi girseyî tev li merasîma lihevanînê bûn. Parlamenter Aslan di sulhê de wiha got: “Bi taybet jî ciwan di nîqaşeke herî biçûk de berê çekan didin hev. Yên li ser xaka me şer derdixînin, dixwazin di nava mala me de jî şer derkeve. Yên me li ser xaka me qetil dikin, dixwazin em jî hev bikujin. Ên ciwanên me di girtîgehan de radigirin, dixwazin ciwanên din mîna hovan êrişî hev bikin. Lewma berpirsyartiyek li ser milê me heye. Divê em li dijî van polîtîkayên qirêjî hişyar bin.”    Piştî axaftinan dua hatin kirin. Her du malbatan jî soz dan ku dê dijminatiya hev nekin û sulha xwe kirin.