Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan 2024-09-25 12:04:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK'ê Bafil Talabanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê ev demeke dirêj e di bin rêveberiya yek partiyê de ye û destnîşan kir ku ev partî axa Kurdistanê firotiye dijminên kurdan. Seroka Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî bi wesîleya destpêkirina kampanya hilbijartinê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê peyamek bidîmen weşand.    Serokê YNK'ê bêyî ku nav bide bal kişand ser PDK'ê û ragihand ku Herêma Kurdistanê ev demeke dirêj e ji aliyê yek partiyê ve tê birêvebirin û vê partiyê jî Herêma Kurdistanê firotiye dijminên gelê kurd. Serokê YNK’ê di peyama xwe de wiha got: “Divê welatiyên me aramiyê hîs bikin, ne weke niha diron li ser asîman bifirin û rojane welatî bikujin û kes jî hemberî vê dengê xwe dernexe.”   Talabanî di berdewamiya peyama xwe de got ku hizba desthilata li Herêma Kurdistanê, rê nade Bexda mûçeyê karmendan bişîne û ev jî leyîstina bi welatiyan e.”   Talabanî da zanîn ku dema borî de Herêma Kurdistan li ser asta navneteweyî xwedî rêzdariyek mezin bû, ji ber ku azadî hebû, lê niha nivîskar û rojnamevan li ser nivîs û gotarên xwe tên girtin û bi terorê tên tewanbarkirin. Di dawiyê de jî Bafil Talabanî got ku li gel wan ti cûdahiya navçeyên Herêma Kurdistanê nîne û eger welatî bawerî bidin, ew ê rê nedin tu cudahiyan.