KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir 2024-09-25 09:17:09 NAVENDA NÛÇEYAN - KNK'ê serdegirtina MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê û binçavkirina rêveber û xebatkarên zimanê kurdî şermezar kir û xwest her kes li ber van zextan dengê xe derxe.    Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî serdegirtina MED-DER'ê, Kooperatîfa Ankayê û Payîz Pirtûkê yên li Amedê û binçavkirina rêveber û mamosteyên zimanê kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand û operasyonê şermezar kir.   Di destpêka daxuyaniya KNK'ê de wiha hat gotin: "Her weke tê zanîn, dewleta Tirka faşîst û dagirker, van rojên dawî bi şêweyeke hovane û bênavber erîşan dibe ser bikaranîn, perwerde, fêrkirina zimanê Kurdî."   Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: "Wan rojên dawî şaredariyên ku baxçeyê zarokan dabûn vekirin û nivîsên baldarbûnê yên hatûçûyê, yên wekî 'Pêşî Peya' ji aliyê çeteyên wan ên fermî û nepenî ve hatin jêbirin û bi lêpirsînên reveberî re rû bi rû man. Niha jî pişkînerên dewleta faşîst a AKP û MHP'ê di şaredariyên Amed, Wan û bajarên din de venêrînan dikin û ji bo destpêkirina lêpirsînê li hincetan digerin.   Doh serê sibehê êriş birin ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û pîrtûkfiroş PAYÎZ PIRTÛK'ê û piştî re jî avêtin li ser malên rêveber û mamosteyên MED-DER'ê û xebatkarên PAYÎZ PÎRTÛK'ê û tevî hevserok, rêveber û mamostayên MED-DER'ê gelek ji wan hatin desteserkirin. Gelek pirtûk û kovar yên bi zimanê Kurdî jî weke alavên tawanbarkirinê bi xwe re birin. Li Îzmîrê jî rêvebera Jin Art Hunerê hat derdestkirin. Dewleta Tirk a mêtingera faşîsta AKP û MHP'ê, carek din dijminatiya xwe ya li hemberî ziman, çand, wêje, dîrok û hunera kurdî nîşanî gelê Kurd da û hemû nirxên Kurdayetiyê binpê kir.    Ji ber van egeran em bang li hemû rêxistinên siyasî, tevger, sazî, dem û dezgehên, sîvîl, pîşeyî, olî, civakî, rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û welatperwerên Kurdistanî, dikin ku bi hevdû re û bi yekdengî li hemberî van êrişên hovaneyên nîjadperest, ên dewleta AKP û MHPê bertekên xurtên bi girseyî nîşan bidin û li van nirxên me yên bingehîn xwedî derkevîn.    Em wekî Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya KNK'ê van êrişên hovane û nîjadperest bi tundî şermezar dikin. Ji bo bi yekdengî bertek nîşandan û xwedîlêderketina li nirxên me yên bingehîn, hemû welatparêzên Kurdistanê vedixwînin. Dîsa em dibêjin! Ziman, çand, wêje, huner û dîroka me, hêmana bingehîn a jiyana me ye!"