Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir 2024-09-24 16:17:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi balafiran êrişî paytexta Lubnanê Beyrûtê kiriye.    Artêşa Îsraîlê, îdia kir ku êrişeke “li ser hedefan” li dijî paytexta Lubnanê ya Beyrûtê kiriye. Artêşa Îsraîlê piştî duh û roja înê dîsa bi balafiran êrişî paytexta Lubnanê Beyrûtê kir. Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê di daxuyaniya artêşê de hatiye diyarkirin ku êrişeke “li ser hedefan” hatiye lidarxistin. Du çavkaniyên ewlehiyê yên ji Reutersê re axivîn, anîn ziman ku di hedefa êrişan de fermandarekî Hîzbûllahê heye û aqûbeta fermandar hêj nehatiye zanîn. Her du çavkaniyan îdia kir ku di êrişa başûrê Beyrûtê de herî kêm kesek miriye. Li gorî agahiyên ku şahidan ragihandin, qatên 4 û 5’emîn ên avahiyekê hedef hatin girtin. Ev êriş di hefteya dawî de bû êrişa Îsraîlê ya sêyemîn.    DI 2 ROJAN DE 558 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Artêşa Îsraîlê ji saetên serê sibê ve ji bilî bajarên başûrê Lubnanê li dijî herêmên Beka û Balbekê jî bi sedan êrişên hewayî li dar xistin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku heta niha 50 jê zarok 95 jin 558 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 835 kes jî birîndar bûne.