Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin 2024-09-24 14:18:34 AMED - Polîsan li Amedê di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka sê salî ya nexweş şikandin.  Polîsan vê sibehê li Amedê di çarçoveya lêpirsîna der barê MED-DER’ê de avêtin ser mala Bêrîtan Gurbet Orak û wê kirin binçavan. Polîsan ji pişt ve destên Bêrîtanê kelemçe kirin û serê wê tewandin. Hat zanîn polîsan çêr û heqaret li Bêrîtan Orak kirin e. Hat diyarkirin ku polîsan di kêliya serdegirtinê de şûşeya dermanê keça Orak a sê salî ku nexweş e şikandin e. Hat destnîşankirin ku polîsan bi hinceta ku di hundirê şûşeya şirûbê de “tiştek heye” şikandine.    Piştî ku Bêrîtan Orak hat binçavkirin, zaroka wê radestî xalê wê hat kirin.