Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin 2024-09-24 12:48:55   STENBOL - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû bi biryara dadgehê ji eywana danişînê hate derxistin.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Farûk Gergerlîoglû bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal ragihand ku ew ji eywana danişîna ku 40 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistnê” tên darizandin, hatiye derxistin.    Gergerlîoglû diyar kir ku ew ji eywana danişînê ya 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Çaglayana Stenbolê, bi biryara dadgehê hatiye derxistin.   Gergerlîoglû destnîşan kir ku ew rewşê ji Wezîrê Edaletê Ramazan Can re regihandiye û wiha got: “Îro em carek din tev li darizandina li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê lidarxistin bûn. Lê belê dema darizandin didomiya, dadgerê dadgehê navê min anî û xwest ez ji eywanê derbikevim. Ez çima derbikevim, bêdeng li cihê xwe darizandinê dişopînim. Li vê derê bihêqûqiyek hate kirin. Hûn dibînin vê rewşa dadgeha. Ji ber em li derve dadgehê bi tweetan rexne dikin, ji ber em êvarê tweetan davêjin dadger beg aciz dibe. Ma tiştekî wiha dibe? Ji nîşandana navê dadgehê jî aciz dibin. Ev dadgeh aciz bûye û dadger beg dibêje derkevin derve. Tiştekî bi vî rengî li cîhanê çênebûye û niha çêdibe. Li vê derê dibe, vaye hûn dibînin.”