Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin 2024-09-24 12:00:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniya sibeha sêşemê ya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku roja duşemê li Lubnanê li nêzî hezar û 600 hedefan hatiye xistin û bi şev li dehan hedefên Hîzbûllahê hatiye xistin. Heta niha nêzî 500 kesî li Lubnanê hatin kuştin.   Êrişên Artêşa Îsraîlê yên li dijî Lubnanê berdewam dikin. Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û got: "Di şeva duşemê de artêşê li dehan hedefên Hîzbûllahê yên li gelek herêmên li başûrê Lubnanê xist." Hate ragihandin ku roja duşemê nava rojê jî li hezar û 600 hedefan hate xistin. Bîlançoya van êrişan hîn nehatiye eşkerekirin.   Hîzbûllahê jî ragihand ku nîvê şevê saet di navbera 03:30 û 04:00'an de 6 caran êriş bir ser çeperên Îsraîlê yên li Afula û Megiddoyê ku bi dehan kîlometre dûrî sînorê Lubnanê ne.   LI LUBNANÊ 'FERMANDARÊ QADÊ' YÊ HAMASÊ HATE KUŞTIN   Hamasê şeva duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrişên li ser Başûr û Bekaayê de yek ji "fermandarên qadê" yên li Lubnanê hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Fermandarê qadê yê Tûgayên El Qasim ku baskê leşkerî yê komê ye Huseyîn Mahmûd Nader di êrîşa 'bêrehm' a hêzên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de, bi 'operasyona sûîqestê' hate kuştin."   LI LUBNANÊ 492 KES MIRIN, 35 JI WAN ZAROK BÛN   Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê nîvê şevê hejmarên demkî yên dawî ragihand û diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de yên roja duşemê 492 kes hatin kuştin ku 35 ji wan zarok, 58 jî jin bûn. Hate ragihandin ku hezar û 645 kes jî birîndar bûn e.