‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’ 2024-09-24 10:55:30   WAN - Parastvana mafên jinan Ruya Kûrtûlûş anî ziman ku polîtîkaya malbata pîroz a AKP ji zilam re qada nû ya tundiyê ava dike û diyar kir ku divê li dijî vê rewşê têkoşîn were dayîn.    Bertekên li dijî modela malbata ku AKP wek “pîroz” dihesibîne û dixwaze têxe meriyetê didomin. Desthilata ku ji Paymana Stenbolê a wek navneteweyî mafên jinan diparast vekişiyaye, dixwaza modela xwe ya malbatê têxe meriyetê û tundiyê jî asayî bike. Parastvana mafên jinan Ruya Kurtuluş anî ziman ku ev rewş ji bo zilaman qada nû ya tundiyê ava dike.    POLÎTÎKAYA ‘MALBATA XURT, NETEWEYA XURT’ DIPARÊZIN   Kurtûlûş da zanîn ku ev demeke Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi ser polîkayên malbatê disekine û wiha got: “Ji ber ku dibêje ‘civaka xurt, civaka neteweyî’ ava dike û bi diruşmeya ‘malbata xurt neteweya xurt’ tevdigerin. Kesên LGBT, femînîst û jinên têkoşer jî wek kesên malbatê ji holê radikin îlan dikin. Lê belê em vê yekê di jiyana xwe de çawa dijîn? Xurtkirina malbatê, astengkirina dest ji hev berdanê û tundiya di nava malê domdar dike, mekanîzmayên li dijî tundiya malê hatine avakirin, ji holê tên rakirin. Herwiha keda jinê ya di nava malê berçav nayê girtin. A rastî polîtîkayên malbatê van hemû rastiyan vedişêre.”    ‘DESTHILAT JI ZILAMAN RE QADA TUNDIYÊ AVA DIKE’   Ruya Kûrtûlûş   Kûrtûlûş bi bîr xist ku bûyerên tundiyê yên li dijî jinan herî zêde di nava malê de pêk tên û axaftina xwe wiha domand: “Hûn kîjan malbatê diparêzin? Ev pergal anku sermayedarî, malbatekî wisa ava kir ku zilam ji bo 3 kurîşan dixebite, jin di nava malê de bêpere dixebite. Herwiha jinan bi mûçeyekî gelek kêm didin xebitandin. Destdirêjiya zarokan îro herî zêde li van malbatan çêdibin. Di malbatên îro de jin xwedî kar nîn in, li malê dimînin, girêdayî malbat, bav û zilam in û gelek caran neçarî jiyana bi tundî a bi zilaman re dibin. Ev yek rêk û pêk tê kirin û a rastî desthilat ji zilaman re di nava malê de qada tundiyê ava dike. Li aliyekî bindestan, karkeran dieciqînin, li aliyekî di nava malbatê de mafê tundiyê didin zilaman. Hewl didin mekanîzmayên wekî Peymana Stenbolê ku jinan diparêze, ji holê rakin. Dîsa hewl didin mafên me yên di Qanûna Sivîl de ji holê rakin.”    ‘PÊVAJOYA DEST DANÎNA SER DESTKEFTIYAN’   Kûrtûlûş bal kişand ser têkiliya “dewlet-malbatê” û axaftina xwe wiha domand: “Lewma polîtîkaya malbatê wek polîtîkayekî stratejîk a dewletê, di nava jiyana me de cih digire. Ev polîtîka wek tundî, zext û mêtina kedê didome. Em hem di nava malê de ji aliyê zilam ve hem jî li pey zilam ji hêla rayedarên dewletê tên eciqandin. Em rastî polîtîkayên ku daxwaza azadiya jinan ji holê rakin tên. Ev demekî dirêj em li dijî van têdikoşin. Em difikirin ku tundiya dewleta zilam, pêvajoya dest danîna ser destkeftiyên jinan daye destpêkirin û ev pêvajo girantir bûye.”   ‘DEWLET RASTIYAN BEROVAJÎ DIKE’   Kûrtûlûş da zanîn ku li Tirkiyeyê derbarê tundiya li dijî jinan bi awayekî berfireh nayên girtin û ev tişt gotin: “Daneyên tundiyê car caran werin parvekirin jî rast e nerast e em nizanin. Ji ber dewlet rastiyan berovajî dike. Dewlet daneyên aboriyê jî berovajî dike û armanc dike ku her tiştî baş nîşan bide. Lê belê em dizanin ku di jiyana me de tiştekî wisa nîn e. Astengkirina têkoşîna jinan, girtinên jinan, zext ji bo pêşîlêgirtina têkoşîna jinan e. Lê belê li dijî vê yekê li Tirkiyeyê tevgerekî xurt a jinan û femînîstan heye. Tevgera jinan ev demekî dirêj e hem ji bo mafên xwe, hem jî ji bo destkeftiyên xwe yên qanûnî têdikoşin. Jin ne tenê ji bo hev biparêzin, divê ji bo riyên piştevaniyê peyda bikin jî kedê bidin.”