Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin 2024-09-24 09:02:22 STENBOL - Endamê ELDH'ê Mîran Kakaee ku ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da, diyar kir ku divê ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan qanûn bên sererastkirin. Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 42 meh in tu agahî nayê girtin. Çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, derbasî qonaxeke nû bû û hewldanên ji bo şikandina tecrîda mutleq berdewam dikin.   Herî dawî ji 35 welatan zêdetirî hezar û 500 parêzer û saziyên hiqûqê ji bo biçin Îmraliyê û ji bo parêzer karibin hevdîtinê bi Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re pêk bînin ji Wezareta Dadê re name şandin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH) Mîran Kakaee ku yek ji îmzevanê nameyê ye ku ji wezaretê re hat  şandin, bang li Tirkiyeyê kir ku erkên xwe yên hiqûqî yên di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de bi cih bîne.   ‘DIVÊ DAWÎ LI BINPÊKIRINÊN LI ÎMRALIYÊ BÊ'   Kakaee bi bîr xist ku ev nêzî 4 sal in tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û li Îmraliyê bêpêwendiyeke mutleq heye û got: “Di nameyê de me daxwazên xwe yên têkildarî birêz Ocalan û 3 girtiyên din anîn zimên. Bi salan e hevdîtina bi parêzerên re û binpêkirinên mafên mirovan ên li Girava Îmraliyê tên astengkirin. Wekî ku tê zanîn Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di rapora xwe ya li ser serdana Îmraliyê ya sala 2019’an de ku di 5’ê Tebaxa 2020’an de hat weşandin, qedexekirina têkilîdanîna bi derve re ya Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din, di warê mafên mirovan de nayê qbeûlkirin û wê wekî cezayê girtîgehê yê bêpêwendîdanînê wesifand. Komîteyê bal kişand ser erka Tirkiyeyê a ji bo hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din ku hem li gorî hiqûqa navxweyî hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî û bang kir ku erkên hiqûqî bi cih bîne. Em careke din bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û dawî li binpêkirinên mafên mirovan ên li Îmraliyê bîne."   ‘MUDAXILE LI MAFÊ PARASTINÊ'   Endamê ELDH'ê Mîran Kakaee   Kakaee astengkirina hevdîtina malbat û parêzerên Abdullah Ocalan û girtiyên din wekî "mudaxeleya mafê parastinê" bi nav kir. Kakaee got: "Ez bi nêrînên CPT û Komîteya Li Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) yên  der barê încommunîcado ya li Îmraliyê re me. Ev rewş binpêkirina eşkere ya peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Ev rewş ji aliyê pisporên hiqûqî û binpêkirinên mafên mirovan ên navneteweyî ve tê parvekirin. Ev nêrîn ku ji aliyê pisporên hiqûqî û rêxistinên navneteweyî ve tê parvekirin û piştrastkirin. Pîvanên Nelson Mandela ên Neteweyên Yekbûyî (NY), pêşniyazên CPT'yê û Qanûna înfazê ya Tirkiyeyê (Qanûna Hejmar 5275) bi awayekî eşkere tê binpêkirin."   ‘KE ROLA XWE NALÎZE'   Kakaee da zanîn ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) di rakirina tecrîdê de rola xwe nalîze û wiha got: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tev bigere. Her wiha divê mirov vê tenê wekî mijareke hiqûqî negire dest. Tırkıye bı zanebüni lı gor hıqüqa navneteweyi ü ya navxweyi tevnagere. Divê komîte ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî giştî tevbigere û ji bo çareseriya aştiyane û siyasî bixebite. Divê Tirkiye pirsgirêkê tenê wekî pirsgirêka leşkerî ya ku li dijî kurdan wekî krîmînalîzekirinê tê kirin negire dest. Ev, pirsa bingehîn e û divê bibe xala destpêkê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê."   ‘DIVÊ SERERASTKIRIN BÊ KIRIN'   Kakaee diyar kir ku divê di qanûnên herêmî de der barê cezayên giran ê li Tirkiyeyê de guhertin bên kirin û wiha got: “Girtina heta hetayê ya giran ku tu îmkana berdanê û mafê hêviyê tê de nîne, hovane û nemirovî ye. Divê Tirkiye teqez vê ji qanûnê derxîne. Ji bo girtiyên ku cezayê heta hetayê digirin, îmkana ku piştî demeke maqûl serbest bên berdan an jî cezayê wan bê kêmkirin hebe, divê qanûn bê guhertin."   ‘NE PIRSGIRÊKEKE HIQÛQÎ, SIYASÎ YE'   Kakaee da zanîn ku pêkanînên li dijî Abdullah Ocalan ne tenê pirsgirêkek hiqûqî ye û got: “Beriya her tiştî ev pirsgirêkek siyasî ye. Tirkiye pirsgirêka kurd wekî pirsgirêkeke leşkerî dibîne ku ev 8 sal in ne tenê li Başûrê Kurdistanê operasyona dike, li Bakurê Kurdistanê jî li ser gelê kurd û civaka kurd krîmînalîzekirineke zêde heye. Ev dikarin krîmînalîzekirin di muameleya li dijî Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê û bi temamî qedexekirina hevdîtina parêzer û malbatan jî binirxînin. Ji ber vê yekê em bi awayekî zelal dibînin ku di navbera nêzîkatiya dewleta Tirk a li pirsgirêka kurd û helwesta wê ya li hemberî Ocalan û girtiyên din de têkiliyeke xurt heye."   Kakaee destnîşan kir ku pêwîst e meseleya kurd ne bi awayekî leşkerî, bi awayekî siyasî bê çareserkirin.    ‘NASNAMEYA CIVAKÎ YA OCALAN'   Kakaee bal kişand ku Abdullah Ocalan ne tenê kesek e, di heman demê de rêberê gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê pirsgirêkek hiqûqî ye. Ji ber vê yekê nasname û rewşa civakî ya Ocalan, rastiya gelê kurd jî pêk tîne."   ‘EM Ê SERLÊDANAN BIŞOPÎNIN'   Kakaee got: "Em ê nameya ku ji wezaretê re hatiye şandin bişopînin. Em ê rewşê û daxwazên xwe bişopînin. Em ê tım li ser binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk bisekinin. Armanc û dirûşmeya ku Ocalan di sala 2005'an de di parastina xwe ya berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir de, heman tişt e. Wê 'Azadî wê bi ser bikeve.'"    MA / Esra Solîn Dal