Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin 2024-09-23 15:02:52   AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn projeyên xwe yên ji hêla Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê ve hatine astengkirin yek bi yek vegotin.    Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn ji bo derbarê xebatên xwe yên 5 mehên dawî de biaxivin, bi rojnamegeran re hatin cem hev. Hevdîtin li Konaxa Îskenderpaşayê hate kirin û gelek rojnameger tev li hevdîtinê bûn. Hevdîtin bi nîşandana sînevîzyonê dest pê kir.    Serra Bûcak a pirsên rojnamegeran bersivandiye, destnîşan kir ku derbarê gelek xebatên ku ew kirine de mufetîş hatine peywirdarkirin. Bucak bal kişand ser xizmeta pir zimanî ya “Zarokîstanê” û da zanîn ku ji ber vê yekê jî 2 mufetîşên mulkiyeyê hatine peywirdarkirin û wiha got: “Wek şûrê Demokles bi ser serê me disekinin. Em ji vê yekê aciz in.”   WEZARET KIRÎNA OTOBUSAN ASTENG KIR   Bûcak pirsa têkildarî guhezbariyê bersivand û wiha got: “Dil dixwest ku em hejmara wesayîtên guhezbariyê zêde bikin. Me xwest em 150 otobusên nû bistînin lê belê Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê dibêje ku hûn tenê dikarin li şûna 14 otobûsên dibin xorde 14 otobûsên nû bistînin. Ma 14 otobûs têrî vî bajarî dikin?”   ‘EM HEWL DIDIN KU TRAMVAYÊ BÎNIN’   Bûcak derbarê pirsa çêkirina tramvayê de wiha got: “Ev pargel dikare pirsgirêkên gelê me çareser bike. Niha projeya me di destê Bernameya Razemeniyê Serokkomariyê de ye. Ji bo em di vê projeyê de bimînin, divê hemû xebatên amadehîyê em bi dawî bikin da ku di bernameya sala 2025’an derbikeve. Em ê teqez tramvayê bînin li vî bajarî.”    ‘KERKERÊN QEYÛM KAR GIRAN DIKIN’   Hevserok Dogan Hatûn jî da zanîn ku a niha herî zêde mijara paqijiyê wan dide zorê. Hatûn anî ziman ku ew dixwazin vê pirsgirêkê bi îhaleyekê çareser bikin lê belê wezaret ji wan re astengiyê derdixe. Herwiha Hatûn diyar kir ku karkerên paqijiyê yên di dema qeyûm de ketine kar, kar giran dikin, kêm kar dikin.”    Hatûn bi bîr xist ku kesên di dema qeyûm de ketine kar bi mehan bêyî ku bixebitin mûçe stendine û axaftina xwe wiha domand: “Me raporên ku wan stendine şandin şandeya hakeman û me dît ku derbarê wan de tu kirarî nehatine kirin. Gelek xebatkarên qeyûm ên ku 7 saetên xebatê qebûl nakin hene. Derveyî van em dizanin ku tim gotegotên tayînkirina qeyûman berbelav dikin.”    PROJEYÊN HATINE ASTENGKIRIN   Bûcak herî dawî derbarê xizmetên xwe yên ku xwestine di nava 5 mehan de pêk bînin û projeyên ku hatine astengkirin rêz kirin.    “*Ji bo cihên rawest û guhezbariyê yên wesayîtên guhezbariyê, me ji Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê re nivîs şand lê mixabin veger çênebû.    * Me ji bo depoya tramvayê ya ku ev demekî dirêj e di rojeva me de ye, ji bo zeviyekî li aliyê Talaytepeya girêdayî Şaredariya Peyasê ye were tahsîskirin, ji Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê re nivîs nivîsand lê belê du caran bersiv neyînî hat.    * Ji bo çêkirina kompleksekî werzîşê ya pir armancî me daxwaza zeviyekî li aliyê Talaytepe ya girêdayî Şaredariya Peyasê kir lê belê bersiv neyînî hat.    * Li taxa Cevdetpaşa ya navçeya Sûrê zeviyek heye û xizmetên civakî ji bo ciwanên bêyî kar werin îstîhdamkirin, xwest kursên perwerdeya pîşeyî bide. Lê belê mixabin me ji bo vê yekê jî ji Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê bersivêkî neyînî girt.    * Birca Keçikê ya ku bi protokolekî dane Serokatiya Daîreya Çandê heye. Nûkirina bircê şaredariyê kir û em dixwazin vê bircê dîsa bidin şaredariya me. Lê belê Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê vê yekê red kir.    * Me xwest di hêla paqijiyê de em barê 4 navçeyên navendî sivik bikin û me xwest em vegerin ser protokolên 6 û 2014’an û îhaleyê jî mezin bikin. Ji bo îhaleya wesayît û personelan hat gotin ku li gorî madeya 49’emîn a Qanûna Bajarê Mezin karûbarên paqijiyê şaredariya navçeyê dike û ev daxwaz hate redkirin.     * Me ji bo taxa Rezan a navçeya Sûrê goristanek xwest. Milkê goristanê aîdê xizîneyê ye. Me bi caran nivîs şand lê belê me tu bersiv negirtin. Ji bo kirêya 20 salan a giha mîlyarek 148 mîlyon pere hatiye razandin. Ji Walitiyê destûr hatiye stendin, lê belê em ji bo dewrkirina tapuyê li benda nivîsa Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê ne. Heke li vî bajarî pandemiyek çêbe em nizanin bê ka em ê çi bikin. Me têkildarî vê yekê jî bi qada lezgîn daxwaza hevdîtinê kir lê belê ev daxwazên me jî tên astengkirin û bêyî bersiv tên hiştin.”