Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin 2024-09-23 11:25:39   AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn li gundê Qûşê yê girêdayî navçeya Pasûrê bi hemwelatiyan re civiya û anî ziman ku dê li dijî lêgerîna madenan xwedî li av û axê derkevin.    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan, Hevşaredarên Pasûrê Fatma Ay û Murat Îpek, Hevşaredarên Rezanê, Bajarênû û Sûrê bi hemwelatiyên li gundê Tiyaxsê li dijî madenê li ber xwe didin re civiyan. Hevşaredaran têkildarî xebatên lêgerîna madenan ên bandorê li gundên Gavgas, Qûşê, Tiyaxs, Arqetîn û Xuruçê dikin agahî wergirtin.    Piştî hevdîtinên hatin kirin li herêmê lêkolîn hatin kirin.    Hatûn, anî ziman ku bi rêbazên qirêj dixwazin qadên ku gel lê heye desteser bikin û wiha got: “Me ev bang li gelê xwe yê li hemû navçeyên Amedê kir: Av û axa me besî me hemûyan e. Dema em av û axa xwe biparêzin, ew têra 10 welatan jî dike. Li hemû gundên dorhêlê bifikirin, ava çemê Dîcleyê bes e ji bo bi hezaran mirovî. Bi hezaran salan ez bawer dikim ku ger em li vê xwezaya paqij xwedî derkevin, wê mirovahî bi hezar salan jê sûd werbigire.”   Hevşaredar Hatûn bi bîr xist ku ew jî endezyarê madenê ye û wiha berdewam kir: “Îro hatin û gotin wê li vir madenê derxin. Wateya wê çi ye? Baş e. Çi hewce dike, bi kîjan rêbazê û li ku derê, maden lazim e em dizanin. Li gorî qanûnan li 81 parêzgehan deverên serçaviya avê ne, çênabe xebatên madenê lê bên kirin. Ew xebat vê dewlemendîya avê qirêj dike. Em bi Komele û bi gelê Tiyaksê re axivîn.”   Hatûn got ku “Xweza ne tenê ji bo mirovan e. Xweza tê wateya xwedîderketina li dar û kêzikên bin axê jî” û wiha domand: “Em ne qels in, bila tu kes netirse, em bi hêz in. Ger hewce bike em ê xwîna xwe birijînin, lê em nahêlin ew şîrketên madenê bikevin vê axê. Riyan çêdikin, dibêjin dê leşkeran bînin. Ewan leşker birin Hesenbînê jî. Çi bû? Qet. Çimkî em mafdar in. Vêca ew ê werin axa me dagir bikin, ew ê mezin bibin û em ê tune bibin."   HERÊM JI BO TÛRÎZMÊ GUNCAV E   Hevşaredar Hatûn bal kişand ku herêm ji bo turîzmê guncaw e û wiha axivî: “Çima tenê li kanzayan difikirin, çima li turîzmê nafikirin? Çend cihên Tirkiyeyê xwedî xwezaya wisa xweş in? Werin reklamê bikin bila turîst werin, hûn ê bi qasî ku hûn ji kanzayê bi dest bixin, hûn ê pereyan qezenc bikin.”   LI SER ÇAVKANIYÊN AVÊ KARÊ KANZAYÊ NAYÊ KIRIN   Hatûn diyar kir ku wan bi serdana gundên herêmê civîn pêk anîne û diyar kir ku ew ê li dijî şîrketên madenê bisekinin. Hatûn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ser çavkaniyên avê karê kanzayê nayê kirin, ev yek di hemû qanûnan de qedexe ye. Ev 8 sal in kesî silava Xwedê li van gundan nekiriye. Lê em li vir in û em ê her li vir bin, em ê soza xwe ya di hilbijartinê de dayî bi cih bînin. Em ê hemû pirsgirêkan gav bi gav çareser bikin. Niha em ê di nava 5 salên pêş de hemû pirsgirêkên wan çareser bikin.”