Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e 2024-09-23 09:02:08 AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû destnîşan kir ku wan di konferansa li Enqereyê li dar xistine de ji bo 12 herêman biryara rêxistinbûnê dane û wiha got: “Em rêxistinbûnê weke xweparastinê dibînin. Ji bo jiyaneke azad û wekhev bingehîn rêxistinbûn e.”  Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 20’ê tîrmehê de kampanyaya “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, rêxistin dibin” dan destpêkirin. Meclisa Jinan a di 12 û 13’ê îlonê de bi dirûşma “Em ê jiyana azad û wekhev bi hev re ava bikin” 1’emîn Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî li dar xist û peyama xurtkirina têkoşîna Rêya 3’yemîn da.    Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglû a di çarçoveya kampanyayê de li gelek bajaran bi jinan re tê cem hev, têkildarî xebatên kampanyayê axivî.    ‘NE GILÎ LÊ ÇARESERÎ PÊWÎST IN’   Turkoglû destnîşan kir ku destilat bi tundiya ku li gelek aliyan de ava kiriye êrişî jinan dike, anî ziman ku ew ê li dijî siyaseta desthilatê ya “dijminê jinan” û “jina baş” jiyana azad û wekhev bi piştevaniyê ava bikin. Turkoglû diyar kir ku ew ê ne tenê itiraza pirsgirêkan bikin û da zanîn ku ew ê bersiva “gelo dê çawa were jiyîn” dest bi avakirina polîtîkayan bikin û ew ê pirsgirêkên derdikevin pêşberî jinan çareser bikin. Turkoglû di vê hêlê de diyar kir ku ew ê ji bo çareseriyan ava bikin bêhtir werin cem hev û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê.    ŞER, TECRÎD Û JIN   Turkoglû da zanîn ku ew beriya dest bi kongeransê bikin hin pirsgirêk tespit kirine û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Li gel polîtîkayên destilatê, di civakê de zayendperestî zêde bûye. Qada ku em jê re dibêjin “desthilata zilam”  her ku diçe mezin dibe. Li dijî vê yekê rojevên me yên bi sernavê rêxistin û rêxistinbûnê hene. Em ê pêvajoyên ji îro şûn de bi ser van xalan çareseriyan bi pêş bixin.” Turkoglû bilêv kir ku ew nîqaşên beriya konferansê bi jinan re kiribûne, ser bandora krîzên Cîhanê û Tirkiyeyê yên ser jinan sekinîne û diyar kir ku polîtîkayên şer tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bêhtir kûr kiriye.    Turkoglû axafina xwe wiha domand: “Bi qasî ku muxatabê aştiyê birêz Ocalan were tecrîdkirin dê pêvajoya şer girantir bibe. Em di heman deme de dibêjin ku şer tenê şerekî ku bi herêma xwe ve sînordar dimîne nîn e. Em tenê qala siyaseta şer a bi Tirkiyeyê re sînordar dimîne nakin. Em dizanin ku pergala mêtinger Rojhilata Navîn kirine qada şer û em dibinin ku her hikûmetekî vî şerî dide domandin, êrişî destkeftiyên jinan dikin, polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan dikin kurtir dikin. Bi vî aliyê xwe ve komferansa me bû nîqaşên avakirina eniya li dijî vê xeta şer. Ji ber polîtîkayên desthilatê yên dijminatiya jinan dikin bi polîtîkayên şer xurt dibin.”    CÎNAYETA NARÎN GURANÊ Û CIVAK   Turkoglû da zanîn ku ji ber polîtîkayên desthilatê yên tundiyê belavî tevahiya civakê bûne, feraseta tundiyê bûye pergalî û bal kişand ser zaroka 8 salî Narîn Guran a li taxa Çûlî piştî winda bû û wek qetilkirî hatiye dîtin. Turkoglû bi bîr xist ku bi desthilata AKP’ê cînayetên zarok û jinan zêde bûn û axaftina xwe wiha domand: “Me dît ku di polîtîkayên tundiyê de israrkirina dewletê, di nava civakê de rizandinekî çawa pêş xist. Em dikarin bi ser vê yekê vê tiştê bejin; erê ne bûyerekî cuda ye, meseleyekî pergalî ye. Di civakê de jiyîna van bûyeran, ji polîtîkayên şerê taybet cuda nîn in. Tevî van hemû tiştan jî jin ji bo xwe biparêzin û parastina xwe ya cewherî ava bikin, xebat dan destpêkirin. Bi vî aliyê xwe ve erê rast e desthilat êriş dike lê belê jî jin jî ne li cihê xwe sekinî ne. Berxwedana xwe, parastina gotina xwe didomîne. Lê di vê qonaxê de divê piştevaniya jinan xurttir bibe.”    LI 12 HERÊMAN XEBATÊN RÊXISTINBÛNA JINAN   Turkoglû da zanîn ku pirsgirêk bi giştî di nava siyaseta navendî de tên asêkirin , ew di konferansê de li 12 herêman biryara xebatên rêxistinbûnê dane. Turkoglû got ku ew xwedî avabûnekî azad û xweser in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman demê de em ê di xebatên giştî de jî nêrîn, polîtîka û xebata jinê roj bi roj pêş bixin. Li her herêmê civakekî cuda heye. Divê em van cudahiyan jî berçav bigirin. Dibe ku komxebata ku em li Stenbolê dikin neşibe komxebatekî li Amedê tê kirin. Ji ber cureyên tundiya ku jin dibînin, cuda ne. Pargala ku tundî jê hêzê digire pergala zilamsalar e, lê belê têkilî û girtina dest, mijara şerê taybet e. Anku şerê taybet tenê li Amed û Colemêrgê nayê jiyîn. Lê belê şêwazên têkoşînê yên li dijî şerê taybet cuda ne. Di demên dawî de di çarçoveya oldariyê an jî bi destê Hizbûllahê bi şêwazên hedefgirtin çêbûn. Her gotina ku em li dijî van ava bikin dibe ku cudahiyên xwe çêbin.”    MALBATA PÎROZ TÊ ARMANCKIRIN   Turkoglû bi anî ziman ku di kampanyayê de xala herî girîng têkoşîna li dijî desthilatdariya zilam e û got ku her mekanizmaya ku AKP’ê êrişî wê dike, dibe sedema mirina jin û zarokan. Turkoglû diyar kir ku ji Peymana Stenbolê vekişandina desthilatê, dest ji mekanizmaya ku dê cînayetên jinan ji holê rake berdan e û wiha dom kir: “A rastî bi dest jê berdana vê peymanê armanca wan malbata pîroz a ku kesên ‘baş’ dê bên gihandin e. Ev çend salên dawî jixwe bi ser vê yekê dixebitin. Anku dibêjin ‘malbata pîroz’ lê belê ‘malbata pîroz’ malbata ku desthilata wan pîroz dike ye.”    JIYANA AZAD Û WEKHEV   Turkoglû diyar kir ku di krîzên zêde bûne de piştevaniya jinan di têkoşînê de xalekî girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vî aliyê xwe ve em rêxistinbûnê wek xweparastinê dibînin. Ji bo jiyanekî azad û wekhev rêxistinbûn bingehîn e. Di nava jiyanê de bi têkoşînekî rêxistinkirî dikare pêşî li êrişan were girtin, desthilat were guherandin; bi modela xwe ya jiyanê, em dikarin bi nirxên xwe ve li cem hev bisekinin. Nexwe di nav sînorê desthilat de jiyîn, heya îro mafê jiyanê neda tu jinan. Ewqas zêdebûna cînayetên jinan ji vê yekê pêk tê. Me çawa ku di nav siyaseta ‘baş’ a desthilatê de cih negirtibe, em ê li dijî polîtîkayên desthilatê, jiyana xwe ya azad û wekhev ava bikin. Em ê ji bo vê yekê jî bi hemû jinan re piştevaniyê pêk bînin.”   MA / Şîlan Çîl