Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin 2024-09-22 19:56:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîl Dibistana Kefr Kasım a li Wargeha Penaberan a Şati kir. Di êrişê de 7 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat destnîşankirin ku di êrişa Îsraîlê ya dibistanekî li Wargeha Penaber a Şati ya bajarê Xezayê de 7 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat gotin ku di êrişa hewayî de birîndar jî hene. 2 JÊ ZAROK 5 KES BIRÎNDAR BÛN Herwiha li bajarê Nablûs ê li Rojavayê Şeriayê jî leşkerên ÎsraÎlê gel gulebaran kirin. Hat diyarkirin ku di gulelbaranê de 2 jê zarok, 5 filîstînî birîndar bûne. Herî dawî ajansa fermî ya Filîstînê WAFA ragihandindibû ku di êrişa artêşa Îsraîlê ya li dijî Xeza û Han Yûnûsê de dibistanek û avahiyekî zanîngehê hatibû hedefgirtin û herî kêm 13 kes di êrişan de jiyana xwe ji dest dabûn.