Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn 2024-09-22 17:21:48   MELETÎ - Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ê di 12’ê tîrmehê de li Îzmîrê dema ji ber penceşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest dabû, bi ser gora xwe hate bîranîn.    Endamê Koma Aştiyê ya Duyem Alî Şukran Aktaş ku ji Ewopayê di 29’ê cotmeha 1999’an de hatibû Tirkiyeyê û di 12’ê tebaxê de dema ji ber penceşêrê li Îzmîrê dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest daye, bi ser gora xwe hate bîranîn. Bîranîn bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî, Alîkarî, Yekitî û Çandê ya di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) hat kirin û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Çewligê Omer Farûk Hulaku, endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Şîrîn Tûnç, û ji Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Çewlîg, Mereş û Amedê gelek kes tev li bîranînê bûn. Bîranîna li goristana gundê Taruca ya navçeyê Arxana Meletiyê hatiye lidarxistin, bi rêzgirtinê dest pê kir.    Pîr Alî Soysuren hevalê xwe yê têkoşînê Aktaş bi bîr anî û wiha got: “Moralê dida me hemûyan. Girêdayî têkoşînê bû. Nûnerê kesên ku emre xwe didin aştiyê ye. Divê em layîkî têkoşîna wî têkoşînekê derxin pêş. Ew ji helbestekî bêyî dawî ji bo peyva herî hêja ya romanê, ji bo aştiyê şehîd bû. Hêvî dikim ku şehadeta wî ji van axan re aştiyê bîne.”    Kesên tev li bîranînê bûne, derbarê bîranînên xwe yên bi Aktaş re axivîn û soza xwedîderketina têkoşîna Aktaş dan. Bîranîn bi danîna kulîlkên ser gora Aktaş dawî bû. Kesên hatine bîranînê piştre ji bo serdanê derbasî malbata Aktaş a li gund bûn.