Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn 2024-09-22 11:18:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de her ku diçe dijwartir dibin. Şevê din jî her du aliyan êrişên dijwar kirin.  Îsraîlê li Lubnanê cîhazên bangkirinê teqand û endamên Hîzbullahê hedef girtibû. Piştî vê êrişê, pevçûnên di navbera her du aliyan de dijwar bûn. Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya roja înê li Beyrûdê de derket 37 kesan. Hîzbullahê jî şevê din û îro di danê sibehê de gelek roket avêt Îsraîlê. Îsraîlê jî îro di danê sibehê de li Lubnanê xist.   Hîzbullahê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku hem ji bo piştevaniya bi berxwedana xelkê Xezeyê û hem jî ji bo bersivdayina êrişên Îsraîlê, bi fuzeyên tîpa Fadî-1 û Fadi-2 êrişî balafirgeha Ramat Davît a li nêzî Heyfayê û navenda şîrketa pîşesaziya parastinê ya li nêzî vê balafirgehê hedef girtiye. Di dema êrişan de, li bajarê Heyfayê û derdora wê sîrenên hişyariyê hatin lêxistin.    MOŞEK LI ÎSRAÎLÊ KETIN: 3 KES BIRÎNDAR BÛN   Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, di tevahiya şevê de ji Lubnanê biqasî 115 moşek hatine avêtin û piraniya wan ji hêla pergala parastina hewayî ve hatine astengkirin lê yek li jîngeha li herêma Kiryat Biraîk û herêma Celîleyê ketiye. Serwîsa alîkariya lezgîn Stêrka Sor a Davûd jî ragihand ku di encama roketa li herêma Kiryat Bîalîkê ketî de 3 kes birîndar bûne. Xisar gihişt mal û amûrên li herêmê.    LI LUBNANÊ LI KU HATE XISTIN?   Balafirên şer ên Îsraîlê jî gelek herêmên li başûrê Lubnanê bombebaran kirin. Li gorî ajansa fermî ya Lubnanê NNA'yê; piştî êrişên bişev, ji saetên serê sibehê ve bajarokên Ayn Kana û Cibaa yên bajarê Nebatiyeyê bûne hedefa êrişan.    Îsraîlê, êrişî bajarokên Ayta Şaab, Hayyam û Curmukê yên li ser Çemê Lîtaniyê kir ku dikevin başûrê Lubnanê. Heman herêm, di tevahiya şevê de ji hêla artêşa Îsraîlê ve hatin topbarankirin. Balafirên şer ên Îsraîlê derdora Geliyê Sulukiyê jî bombebaran kir û bajarokê Ramiyeyê jî bi awayekî hemwext ji hêla Îsraîlê ve hate gulebarankirin. Herêma di navbera bajarokên Zotara Rojhilat û Deyr Suryanê de jî şevê din hatin bombebarankirin. 3 moşekên li bajarokê Ensar ê li herêma Nebatiyeyeyê ya li başûrê welêt hatin xistin, rê li ber hejîneke mezin vekirin. Têkildarî windahiyên însanî û madî hêj tu agahî nehatine parvekirin.    LI DIJÎ BEYRÛDÊ ÊRIŞA HEWAYÎ HATE KIRIN   Îsraîlê di 20’ê îlonê de bi balafirên şer êrişî başûrê Beyrûdê kir. Di encama êrişan de 3 jê zarok û 7 jê jin bi giştî 37 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.