Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin 2024-09-22 09:14:19   STENBOL - Birayê girtî Celal Acar ê li girtîgeheke cuda tê ragirtin, ji Acar re name şand û rêveberiya girtîgehê bi hinceta “fikaredar e” name teslîm nekir. Tevî name nehatiye teslîmkirin jî derheqê Acar de lêpirsîna disipllînê hate destpêkirin.    Girtî Tenzîle Acar a ku niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, di 21’e adara 2017’an de li Stenbolê hate girtin û 15 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Acar, ji birayê xwe Celal Acar ê li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Marmarayê tê ragirtin re name şand û name bi hinceta “fikaredar e” nehate dayin. Tenzîle Acar, ji birayê xwe re nameyek û 3 wêne şand. Komîsyona Xwendina Nameyan a Bakirkoyê name qebûl kir û ji komîsyona Grtîgeha Marmarayê re şand. Lê li vir name bi hinceta “fikaredar e” hate desteserkirin.    LI GORÎ KOMÎSYONÊ ‘FIKAREDAR E’   Tenzîle Acar di nameya xwe de hejmara girtiyên li girtîgeha wan tên ragirtin diyar kiribû û komîsyona xwendinê ji bo vê agahiyê, îdiaya “Xetere li ser ewlehiya girtîgehê çêkiriye” kir. Di heman demê de komîsyonê bi hinceta paragrafeke din a nameyê, îdiaya “qala avadaniyeke cuda ya têkiliya wê bi rêxistinê re heye dike û bi yekê re ji hêla rêxistinî ve agahî tên şandin” kir. Lê belê navê “rêxistinê” nehat nivîsandin.    Her wiha komîsyonê wêneyên li gel nameyê hatine şandin nedan Celal Acar. Ji ber hincetên behsa xeberê, derheqê Celal Acar de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.    Girtî Celal Acar, li dijî lêpirsîna disiplînê îtîraz kir.    MA / Omer Îbrahîmoglû