Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide 2024-09-22 09:00:19 COLEMÊRG - Girtiyê nexweş Suleyman Sebrî Mavî yê di nava ciyan de, ji bo der barê wî de rapor bê amadekirin, sewqî Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wanê hatibû kirin. Nexweşxaneyê bêyî nêrîna xwe ya ji bo rewşa Maviyê 75 salî bêje, xwest sewqî ATK'ê bê kirin.  Silêman Sabrî Mavî yê 75 salî ku ji ber 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê di çarçoveya Doza KCK'ê ya Geverê de lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, hat binçavkirin. Di dema binçavkirinê de krîzê li dilê Mavî xist û ew rakirin nexweşxaneyê. Mavî yê ku di 12'ê Tebaxê de hat tabîrcîkirin, birin Girtîgeha Tîpa F a Wanê. Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê rapora asatnegdariyê ya ji sedî 96 da Mavî.    Ji parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê Medya Çalli ku ji bo serbestberdana Mavî û dermankirina wî di warê hiqûqî de piştgiriya wî dike, serî li Dozgeriya Komarê ya Wanê da ku Mavî hem ji ber temenê xwe hem jî ji ber nexweşînên xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Çalliyê di serlêdanê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi bîr xistin û xwest ku ji bo tespîtkirina rewşa Mavî sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) bê dayîn.    Di serlêdanê de nexweşiyên giran ên Mavî jî hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin ku heya dermankirina wî temam nebe divê sewqî girtîgehê neyê kirin û li derve bê dermankirin.    Piştî serlêdanê Mavî, rakirina Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê. Lê belê heyeta Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê d rapora xwe de bêyî diyar bike ku rewşa Mavî ji bo girtîgehê guncan e yan na, xwest Mavî sewqî ATK'ê bê kirin.    PISPORÊ KARDIYOLOJIYÊ: DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Heyetê di rapora xwe de xwest ATK rewşa Mavî binirxîne, lê nêrîna kardiylojiyê ya der barê Mavî de balkêş e. Pisporê kardiyolojiyê yê heyetê diyar kir ku mayina Mavî ya di girtîgehê de ji bo nexweşînên wî ne pirsgirêk e.    'EM DIXWAZIN BÊ DERMANKIRIN'   Parêzer Medya Çalliyê anî ziman ku ew dixwazin înfaza muwekîlê wê bê taloqkirin û li cihekî baş bê dermankirin. Çalliyê destnîşan kir ku şert û mercên girtîgehê ji bo dermankirina muwekîlê wê ne guncan e û got: "Çend roj berê gava malbata wî çûye cem wî, ji ser hişê xwe çûye. Ji ber ku di rewşeke awarte de wê sewqkirina wî ya nexweşxaneyeke baş bi derenegî bike, mayina wî ya di girtîgehê de tê mayina binpêkirina mafê jiyanê. Tenduristiya muwekîlê wî, ji bo mayinda di girtîgehê de ne guncan e. Em dixwazin bê berdan."