ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2024’AN 2024-09-22 09:00:07   * Li gundê Dîbegûlî yê navçeya Giyadînê ji ber kana mermeran hatiye avakirin, nêzî 50 mal koçber bûne û ji ber toza ku ji kana mermeran derdikeve, nexweşiya astim û bêhnçikandinê zêde bûye.   * Girtiyê nexweş Suleyman Sebrî Mavî yê di nava ciyan de, ji bo der barê wî de rapor bê amadekirin, sewqî Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wanê hatibû kirin. Nexweşxaneyê bêyî nêrîna xwe ya ji bo rewşa Maviyê 75 salî bêje, xwest sewqî ATK'ê bê kirin.    * Endamê NÇM'ê Engîn Cengîz diyar kir ku Abdullah Ocalan hêviya gelan e û ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê wiha bang kir: "Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî mafdar û rewa ye."   * Girtiyê nexweş Nurettîn Dayan ê ji ber binpêkirina mafan ên li girtîgehê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê li qawîşa jêrzemînê li kêleka morgê tê girtin.   * Girtî Fevzî Arslan ji ber îşkenceya di dema binçavkirinê de lê hatiye kirin, bijîşkan tespîta “mejiyê wî dihele” lê kir û gotin “herî zêde dikare 2 salan bijî.” Arslan, ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nake, sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.    * Birayê girtî Celal Acar ê li girtîgeheke cuda tê ragirtin, ji Acar re name şand û rêveberiya girtîgehê bi hinceta “fikaredar e” name teslîm nekir. Tevî name nehatiye teslîmkirin jî derheqê Acar de lêpirsîna disipllînê hate destpêkirin.   * Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dê Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li Şîşliyê bi torenekê bên dayin. (18.30) ZINDÎ   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê dê îro jî bidome. (13.00-17.00)