Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn 2024-09-21 16:17:25   ŞIRNEX - Li Şirnexê birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da. 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.    Li gundê Kaymakam Çeşme yê Şirnexê birûskê li welatiyên ku di saetên serê sibê ji bo sewalan çûn giya kom bikin da. Piştî lêdana birûskê tîmên ÛMKE û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin. Welatiyên bi navê Ramazan A. Selîm A. Lale E., Leyla E. û Emîn B. yên birûskê lê da, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Hate zanîn ku rewşa 2 birîndaran giran e.