Xizmê girtî: Em jî tên cezakirin 2024-09-21 09:05:19 AMED - Abdulkadîr Barût, bavê Kendal Barut ê ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Xarpêtê sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Sûlûca ya Edeneyê hat kirin, diyar kir ku laşê kurê wî bi bîrîn e û nayê dermankirin û got: "Em jî tên cezakirin." Kendal Barût (32) ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Xarpêtê girtî bû, di 10'ê îlonê de bêyî haya malbata wî û parêzerê wî pê bêxistin sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Sûlûca ya Edeneyê hat kirin. Bavê wî Abdulkadîr Barût bertek nîşanî vê da û got ku ji ber kurê wî sewqî girtîgeheke dûr kirine dê zehmetiyê bikişînin.    Barût anî ziman ku di 10'ê Îlonê de ji bo dîtina kurê xwe çûye Xarpêtê û piştî hevdîtina vekirî jigava kurê wî birine qawîşê jê re gotine "Kendal qawîşa te guheriye. Tu yê biçî qawîşeke din" û wî ji qawîşa wî derxistine û ew sirgûnî Edeneyê kirine. Barût da zanîn ku kurê wî di sala 2021'ê de ji çav û serê xwe birîndar bûye û wiha hatiye girtin.    ‘MALBAT TÊ CEZAKIRIN'     Barût bertek nîşanî sirgûnkirina kurê xwe da û wiha got: “Tiştekî bi navê hiqûq nîn e. Kurê min li Edeneyê di hucreyekê de tê girtin. 2 mehan li Amedê nema, ew sirgûnî Xarpêtê kirin. Nêzî 3 salan li Xarpêtê ma. Niha jî ji wir sirgûnî Edeneyê kirine. Ez nexweş im, ez dikaribûm heta Xarpêtê biçim, lê niha piştî rêwîtiyeke bi saetan ez ê biçim Edeneyê. Rê dûr e û şert û merc dijwar in. Hem ji bo malbatê hem jî ji bo girtiyan pir zehmet e. Bi rastî ev ceza ye. Ev ne tenê ji bo wî, ji bo malbata wî jî ceza ye."   Barût bilêv kir ku roja ku kurê hatiye seqkirin îdareya girtîgehê jê re gotiye "Te zirar daye mal û milkê dewletê. Me der barê te de doza disiplînê vekir. Em ê te têxin hucreyê." Barût got: "Kurê min berê ji bo pergala hoparlor û kamerayê serî li rêveberiyê dabû ku naxebitin û ji bo paşê nexin stuyê wan. Lê tevî vê yekê jî der barê wî de doz hatin vekirin. Ev doz paşê bi beraetê bi dawî bûn."    ‘BILA BÊ DERMANKIRIN'   Barût xwest ku kurê wî yê ku nexweşiya wî giran e bê dermankirin û wiha got: “Pêdiviya wî heye ku ji poz û çavên xwe emeliyat bibe. Pêdiviya wî bi emeliyata plastîk a çavê wî yê çepê heye. Bijîşk dibêjin ji ber şarapnela di serê wî de ku nêzî mejiyê wî ye nikarin mudaxele bikin. Heta niha dermankirineke baş nehatiye kirin. Wê rojê jî mudaxele nehat kirin. Divê kurê min bê dermankirin. Di rastiyê de nêzîkatiyên bi vî rengî yên li hemberî girtiyan, encama nêrîna 'dijminatî'yê ya li hemberî kurdan e."