Kurê Apê Mûsa, Anter Anter jiyana xwe ji dest da 2024-09-20 11:46:16   MÊRDÎN - Kurê Apê Mûsa, Anter Anter îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da.    Kurê rojnameger û nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), Anter Anter îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Anter Anter, li mala xwe ya li gundê Sitîlîlê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di serşokê de mirî hate dîtin. Piştî agahdarkirina ji rewşê, komên cendirme û tenduristiyên hatin sewqkirin. Hat diyarkirin ku Anter Anter jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Anter Anter ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.    DI ROJA QETILKIRINA BAVÊ XWE DE JIYANA XWE JI DEST DA    Bavê Anter Anter, Mûsa Anter jî 32 sal berê îro hatibû qetilkirin.    Apê Mûsa, îro li cihê ji hêla JÎTEM’ê ve lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn. Dihat plankirin ku di saetên êvarê de jî li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê were bibîranîn.