Li gelek bajaran dê barîneke zêde bibare 2024-09-20 10:23:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê dê li gelek bajaran barîneke zêe bibare.  Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya rewşa hewayî ya 20’ê îlonê eşkere kir. Bajarên Artvîn, Rîze û Trabzonê bi koda zer hatin hişyarkirin. Midûriyetê, bajarên Edîrne, Stenbol, Kirklarelî, Kocaelî, Hatay, Duzce, Sînop, Amasya, Erzirom, Ordu, Qers, Amed û Sêrtê jî ji ber barîna barana zêde hişyar kir. Hat ragihandin ku li herêma Serhedê dê pileya germahiyê di navbera 2-4 pileyan de kêm bibe.    Hat gotin ku barîn dê li qeraxên herêmên navîn û rojhilat ên Behra Reş û li Kirklarelî û Stenbolê zêde bibare. Her wiha li dijî rewşên neyînî xelkê Rîze û Artvînê hate hişyarkirin.