‘Dixwazin Tirkiye xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li Iraqê qadekî bidin SMO’yê’ 2024-09-20 10:03:29   STENBOL - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha got: “Dibe ku Tirkiye bi bedela vekişîna ji Sûriyeyê, ji bo SMO’yê li Iraqê qadê ava bike.”    Şerê li Rojhilata Navîn her ku diçe kûrtir dibe. Di Şerê 3’yemîn ê Cîhanê de Rojhilata Navîn weke navenda şer tê bikaranîn. Li hêla din êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Her wiha di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’yan heta niha de bi dehhezaran filistînî hatin qetilkirin.    Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît Rencuzogûllari têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn û êrişên dewleta tirk nirxand.    ŞERÊ ÎSRAÎL Û FILISTÎNÊ   Yîgît, diyar kir ku êdî her kes qaneh bûye ku êrişa Hamasê dê hevsengiyên Rojhilata Navîn serûbin bike. Yîgît, wiha got: “Îsraîlê bi rêya medyayê bi gotinên ‘gefa terorê’ û ‘pirsgirêka man û nemanê’ piştgiriya hemû cîhanê girt. Bi vî awayî li dijî filistîniyan şerekî topyekûn ê tunekirinê da destpêkirin. Îsraîlê, piştgiriya ‘neçalak’ a rejîmên ereban jî girt û mîna li Ûkraynayê digot qey dê di demekî kin de berxwedanê tesfiye bike û Xezeyê bi dest bixe. Lê tevî ewqas alîkariyê jî di nava 11 mehan de nekarî tu hedefên stratejîk bi dest bixe. Tundiya şer êdî gihişt asta qirkirinê lê dîsa jî destkeftiyek bi dest nexist. Lewma têkçûyê şer Netanyahu ji bo DYA û welatên rojavayî bi awayekî fiîlî di nava şer de bigire, hewl da Îranê bixe nava şer. Tevî hewldanên Îsraîlê jî Îranê bersiva dixwest neda. Ji ber ku heke Îran bersiveke tund bide, dê şer li herêmê belav bibe heta dê veguhere şerekî cîhanê. Lewma jî serî li taktîkên ‘mafê bersivê’ û ‘sebrê stratejîk’ da.”    ‘AMADEKARIYÊN JI BO ŞERÊ PIRHEVKÊŞEYÎ’    Yîgît, destnîşan kir ku di 7’ê cotmehê de li Rojhilata Navîn qert dîsa hatine belavkirin û ev nirxandin kir: “Gelek dînamîkên li herêmê kişandin nava şer. Ji bilî komên berxwedanê yên Yemen, Husî, Îran, Sûriye, Iraq û Lubnanê, welatên rojavayî û hemû hêzên herêmî li dijî Filistînê şer dikin. Di Îsraîlê de gelek birîn vebûn. Êdî li Behra Sor nikarin hêzên Yemenê derbas bikin. Bi ser re jî Yemeniyan ji 2 hezar km’an dûr bi fuzeya panasonic du caran li Til Avîvê xistin. Qubeya hesin nekarî asteng bike. Ji niha ve jî Netanyahu gefa şer gihand asta şerekî bejahî ya li dijî Hîzbûllahê. Anku pêşketina ber bi başûrê Xezeyê ve da sekinandin û bala xwe da ser şerê li eniya bakur. Heke şerê li vê eniyê dest pê bike, dibe ku li herêmê belav nebe lê divê mirov ji şerekê pirhevkêşeyî re amade be.”    ‘ŞERÊ ÎSRAÎLÊ DÊ QEDERA ROJAVA DIYAR BIKE’    Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît Rencuzogûllari   Bi domdarî Yîgît anî ziman ku şerê Îsraîlê dê qedera welatên rojava jî diyar bike û wiha pê de çû: “Tê îdiakirin ku heke şerekî wiha yê bejahî çêbibe, dê komên berxwedanê yên Yemenê jî ji bo şerê li dijî Îsraîlê bên Sûriyeyê. Ev tişt pêkan xuya dike. Helwesta Rûsya û Çînê jî wiha ye; bi awayekî eşkere li dijî Îsraîlê helwesteke dîplomatîk nîşan nadin lê ji bo DYA û welatên rojavayî nekarin li herêmê pozîsyoneke xurt bi dest bixin, li cem Îran û eniya berxwedanê cih digirin. Li hêla din DYA jixwe aliyekî vî şerî ye. Şerê li ser Îsraîlê tê domandin, di heman demê de dê qedera pozîsyona DYA û welatên rojavayî diyar bike. Lewma jî li dijî hewldanên Îsraîlê ku dixwaze şerî li herêmê belav bike, helwestekî ‘bisînorkirinê’ raber dikin. Îsraîl dikare çiqas were bisînorkirin, dê ‘sebrê stratejîk’ ê Îranê çiqas nerm be, ev tevek dê di demekî kin de diyar bibin.”    HEVDÎTINA ERDOGAN Û SÎSÎ   Di berdewamê de Yîgît bal kişand ser hewldanên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn û wiha qala sedemên hevdîtina Erdogan a bi Sîsî re ku jê re digot; “Kujer, dîktator” kir: “AKP’ê ji sala 2011’an ve di polîtîkaya derve de polîtîkaya fetihkirinê, rûxîner û şerker dimeşand. Lê ev bû du sal dev jê berdaye. Ev şêwaz, ji sala 2022’yan ve nerim bûye û veguheriye gotineke taktîkî. Lewma jinişkave zivirîn û ji hêviya ‘em bi her kesî re bibin dost’ zêdetir, xwe weke mecbûriyetekê da ferzkirin. Lewma di polîtîkaya derve de dev ji zimanê şer berdan, stratejiya xwe guherandin û gotinên ‘aştî û asayîbûnê’ derketin pêş. Ji bo AKP’ê paşve avêtina van gavan neçariyek bû. Rol û mîsyona bi Bihara Ereban re ji bo BOP’ê li AKP’ê bar kiribûn jî îflas kir. Tevî vê îflasê jî AKP’ê dev ji ‘stratejiya kûr’ û xeyalên fetihkirinê berneda. Ji bilî Qeterê, hemû welatên ereb destê xwe ji Îxvanê kişandin û bûn dijminên wan. Berê xwe dan asayîkirina têkiliyan ên bi Sûriyeyê re. Sûriye dîsa vegeriya lîga Ereban. AKP di çirava Sûriyeyê de bi tena serê xwe ma û neçar ma ku dijminatiya xwe ya bi welatên din re bi dawî bike.”    QEBÛLKIRINA MECBÛRÎ Û PÊVAJOYA ASAYÎBÛNÊ    Yîgît, anî ziman ku Misir ne tenê li gorî rêgeza “Di siyaseta derve de tu dijminatî mayinde nînin” tevgeriya û hemû şertên xwe bi Tirkiyeyê da qebûlkirin. Yîgît, wiha domand: “Yek ji şertên sereke jî têkildarî Îxwana Misrê bû ku ji hêla AKP’ê ve tê parastin. Demekî kin piştî civîna ewil a bi cîgirên wezîrên karên derve re, weşanên Îxwana Misrê yên li Stenbolê hatin bisînorkirin. Dê bi tu awayî li dijî Misirê nekarin weşanan bikin, heke bikin dê bên girtin û berpirsyar bên dersînorkirin. Şertê duyemîn jî dê AKP piştgiriya xwe ya bi hikûmeta Trablusê ya Îxwanî ya ne rewa bikişîne. Bi vê yekê re qebûlkirin û asayîbûneke mecbûrî derket holê. Serdana Sîsî ya Enqereyê jî tê wateya zelalbûna van şertan.”   HEVKARIYA LEŞKERÎ Û BAZIRGANIYÊ   Bi domdarî Yîgît hevdîtina Erdogan û Sîsî bi xwe re peymanên leşkerî û bazirganiyê yên li Efrîqe û Somaliyê jî aniye û wiha got: “Lingekî van hevdîtinan jî Sûriye ye. Sûriye, ji bo asayîbûnê şertê vekişîna ji xaka xwe di dane pêşiya Tirkiyeyê û welatên ereb jî piştgiriyê didin. Dibe ku Tirkiyeyê jî vekişîna xwe girêdayî şertê ku vekişîna milîsên Îranê kiribe. Ji ber ku Îsraîlê her tim milîsên Îranê yên li Sûriyeyê ji xwe re weke gefek dîtiye. Ji ber vê jî her tim qeydên serdestiyê ya navneteweyî binpê kir û her tim li Sûriyeyê xist. Heke Sîsî, bi daxwaza ku artêşa tirk û Îran bi hev re xwe vekişîne hatibe, wê demê dê Moskov û Şam jî ji DYA’yê bixwazin ku xwe vekişîne.”   TÊKILIYA AKP’Ê YA BI TEVGERA ÎXWANÊ RE   Yîgît, got ku siyaseta AKP’ê ya Îxwanê ku li Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur dimeşîne îflas kiriye û ev tişt anî ziman: “Tirkiye ji ber peymanên bi Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siûdî û Misirê kiriye, êdî nikare siyaseteke navenda wê Îxwan bimeşîne. Lê belê piraniya Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî ji tirkmen û Îxwanê pêk tê. Êdî mecbûr mane ku ji polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê paşvegavê biavêjin lê ev ewqas dê hêsan nebe. Ya yekemîn, nikare xwe li ber bertekên hêzên muxalîf bigire. Lewma nikare bi temamî xwe ji herêmê vekişîne. Konseya muxalîf û AKP’ê SMO ava kir û nikare fesh bike lewma hêj bi xeyalên ku bibe şirîkê rêveberiya Sûriyeyê dijî. Lewma li Sûriyeyê polîtîkaya Îxwanê dimeşîne.”    SERDANA PEZEŞKIYAN A HERÊMA FEDERE YA KURDISTANÊ    Têkildarî serdana Serokkomarê Îranê Mesût Pezeşkiyan a Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê jî Yîgît ev nirxandin kir: “Hevkariya stratejîk a Îranê ya bi Tirkiyeyê re, mîna ya bi Rûsyayê re ye. Vê eleqeya xwe bi qada Sûriyeyê re heye. Ya yekemîn, Tirkiye endama NATO’yê ye û pêşxistina têkiliyên stratejîk ên bi wê re, tê wê wateyê ku li Sûriye û herêmê li dijî DYA’yê girtina gel xwe ya şirîkeke wê ye. Sedema hebûna Îranê ya li Sûriyeyê ne dijberiya berjewendiyên DYA’yê ye, ji bo ewlehiya xwe li wir e. Ji ber ku dizanin, piştî Sûriyeyê dê ew bibin hedef. Şirîkatiya bi Tirkiyeyê re di heman de firsenda ‘bisînorkirina’ Tirkiyeyê jî bi xwe re anî. AKP tenê kurdan weke ‘gefa terorê’ dibîne lê Şam, Rûsya û Îran komên SMO’yê, HTŞ, DAIŞ û komên terorîst ên asyayî yên AKP temînatê dide wan weke ‘komên terorîst’ dibîne. ‘Tawîz’ dane heve. Li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bêdeng man û Tirkiye jî li dijî êrişên wan ên li dijî komên cîhadîst dengê xwe nekir.”    ‘TIRKIYE KENGÎ TENGAV BIBE ÊRIŞÎ KURDAN DIKE’    Yîgît, daxuyand ku êdî mimkin nîne Tirkiye bikare li Rojhilata Navîn polîtîkayên şer bidomîne û wiha derbirî: “Lewma jî di siyaseta hundir de li pey hemleyên propagandîf ketiye. Wisa xuya dike ku ev şêwazê siyasetê dê heta demekî dirêj bidome. Îktîdar kengî li hundir bitengije, dest bi gotinên şerê li dijî şervanên kurd dike û piştre jî weke ‘rojeveke rizgarker’ dest bi operasyonê dike. Her ku têkçûna siyasî û aborî kûr dibe, serî li operasyonên derveyî sînor dide. Êdî her kes bi vê dizane. Lê belê ev operasyonên bisînor, tenê girêdayî destûrdayîna Rûsya û Îranê nînin. Hem li Sûriyeyê hem jî li Iraqê girêdayî destûra DYA’yê ye. Li gorî min, ji vir û şûnde şerê AKP’ê dê êdî veguhere rûtîneke operasyonên derveyî sînor ên ‘li dijî terorê.’”    ‘DIXWAZIN QADÊ JI SMO’YÊ RE VEKIN’   Yîgît, ji bo êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê jî ev tişt anî ziman: “Ji Tirkiyeyê re dibêjin ku heke xwe ji qada Sûriyeyê vekişîne, dê li xaka Iraqê jê re qad were veqetandin. Tirkiyeyê SMO ji ewil li Sûriyeyê li dijî artêşa Sûriyeyê da şerkirin. Ji mutebeqeta Moskovê heta niha jî tenê li dijî kurdan dide şerkirin. Ji zû ve ye SMO’yê dest ji doza şoreşê berdaye. Tenê artêşa AKP’ê maye. Dibe plana wan ew be ku beramberî vekişîna ji Sûriyeyê, ji SMO’yê re qad were vekirin.”   MA / Esra Solîn Dal