Emîne Şenyaşar a çalakiya wê hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê 2024-09-19 14:44:02   ENQERE - Emîne Şenyaşar a çalakiya wê ya “Nobeta Edaletê” ya li Meclisê hate astengkirin, piştî ku rewşa wê aloz bû rakirin nexweşxaneyê.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ku hevjînê wê û du kurên wê di 14’ê hezarîna 2018’an de li Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hate qetilkirin didome.    Şenyaşar a îro ketina wê ya avahiya ku Koma DEM Partiyê lê hate astengkirin, rewşa wê aloz bû. Xebatkarên tenduristiyê yên di ambûlansa li Meclisê de disekinin mudaxileya ewil li Şenyaşarê kir. Şenyaşar pişt re bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya Meclisê.    Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar da zanîn ku ji ber nexweşiya dil dayika wî birine nexweşxaneyê.