Li Stenbolê ji bo mitînga karkeran a mezin bang hate kirin 2024-09-19 14:00:26   STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, ji bo mitînga mezin a karkeran ku dê di 25’ê îlonê de li Qada Saraçhaneyê bê kirin banga tevlibûnê kir.    Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi daxwaza “Em di dahatê, bacê de û li welat edaletê dixwazin” li Qada Îskele ya li navçeya Beşîktaşê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku gelek karker tev li bûn de pankarta “Em êdî nikarin debara xwe bikin” û dowîza “Em di bacê de edaletê dixwazin” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Em li welat edaletê dixwazin”.    DAXWAZ    Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, îşaret kir ku Tirkiye bi salan e bi krîza aboriyê re rû bi rû ye û wiha got: “Enflasyon hêza me ya kirînê her roja ku diçe kêmtir dike û nanê me yê di sifreyê de kêm dike. Lê em dizanin ku bêkarî, xizanî, bihabûna jiyanê û enflasyon ne tesaduf e. Ev encamên yekser ên tercîhên çînî û polîtîk ên siyasî yên hikûmeta AKP’ê ne ku 22 sal in li welat desthilat e.”   Çerkezoglû, qala girîngiya têkoşîna ku bi daxwaza “Di dahat û bacê de edalet” dane destpêkirin kir û wiha berdewam kir: “Em ji nirxên ku em hildiberînin mafê xwe dixwazin. Em heqê keda xwe dixwazin. Em mûçeyekî ku bikarin weke mirovan pê bijîn dixwazin. Em qebûl nakin ku teqawîd mehkûmî 12 hezar û 500 lîreyan bê kirin û daxwaza mafên civakî dikin. Em dixwazin vê pergala ku ciwanên me bêkar in û pêşeroja wan nîne bigurînin. Em weke jinan ji bo bidawîbûna tundiya li ser jinê, cihekarî û newekheviyê têdikoşin. Em daxwaza demokrasiyeke rast dikin.”   JI BO MITÎNGA KARKERAN BANG KIR    Çerkezoglû, ji bo mitînga karkeran a mezin ku dê di pêşengtiya DÎSK’ê de di 25’ê îlonê de li Qada Saraçhaneyê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro ji vir bang li hemû xwişk û birayên xwe yên karker dikin ku bên Qada Saraçhaneyê. Ji bo ku em xwedî li ked û nanê xwe derkevin em bi biryar in ku vê têkoşînê mezin bikin.”   Piştî daxuyaniyê ji bo mitînga karkeran a mezin belavok hatin belavkirin.