Rêveberiya dibistanê ji zarokan heqê klîmayê xwest 2024-09-19 13:40:49   ŞIRNEX - Rêveberiya Dibistana Seretayî ya Menderas a Cîzîrê ji bo lêçûnên klîmayê ji malbatên zarokan pere xwest.    Rêveberiya Dibistana Seretayî ya Menderes a Cizîrê ji malbatên zarokan ji bo lêçûnên klîmayê bi riya peyamên telefonê, ji her malbatekê 500 lîre pere xwest. Di peyamê de hat gotin ku heke pere neyê dayîn, dê ji dibistanê re klîma neyên kirîn.