Amedspor dê ji ber xelasnekirina tadîlata sehaya xwe gilî bike 2024-09-19 13:27:02   AMED - Amedsporê da zanîn ku ew ê giliyê Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr ku soza xwe ya ji bo nûkirina qadê bi cih neaniye bikin.    Antrenorê Amedsporê Ersûn Yanal, Wekîlê Serok Baran Dûrmaz, Sekreterê Giştî Faysal Tosûn û Kordînatorê Çapemeniyê Bekîr Guneş li Otel Plazayê di taştê de bi çapemeniyê re hatin bahev. Endamên rêveberiya Amedsporê, rewşa tîmê û pirsgirêkên di maçan de pê re rûbirû dimînin vegot.    Wekîlê Serokê Amedsporê Baran Dûrmaz ê di civînê de axivî, îşaret bi soza Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr a li ser nûkirina qada ku maça Bolûsporê dikare li sehaya Amedsporê bê lîstin kir. Dûrmaz, anî ziman ku di vê mijarê de wan bi Walî re li hev kirine lê Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr soza xwe bi cih neaniye û wiha got: “Me biryar da ku em ê li Amedê maça Bolûsporê bilîzin. Hin bajarên din jî hebûn. Di nava vebijêrkan de bajarên weke Kayserî, Alanya û Samsûnê jî hebûn lê me qebûl nekir. Têkildarî Midûriyeta Sporê windabûneke me ya madî çêbû. Em ê têkildarî vê zirarê doza tazmînatê li Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr vekin. Ji ber îhmalê jî em ê serî li dozgeriyê bidin û giliyê wê bikin.”   ‘ARMANCA ME EW E KU DERKEVIN LÎGA JORTIR’    Dûrmaz, bi lêv kir ku hefteya borî derbasî tesîsên xwe bi xwe bûne û da zanîn ku kêmasiyên biçûk ên heyî dê di demekî kurt de çareser bikin. Dûrmaz, diyar kir ku têkildarî sporê xebatên wan ên nû hene û da zanîn ku dê li Amedê Amed Storeyeke din vekin û piştî 3 mehên din jî şaxeke nû vekin. Dûrmaz ê têkildarî pêvajoya transfere jî axivî, ev tişt gotin: “Têkildarî pêvajoya transfere me gelek zehmetî kişandin. Em nû tev li vê lîgê bûn. Hin sedemên me yên derengmayîna ji pêvajoya transferê hebûn. Em vê yekê fikirîn û gav avêtin. Armanca me ew e ku derkevin lîgeke jortir. Em weke rêveberî di nava yekitiyê de ne. Em difikirin ku em ê bi gel re Amedsporê derxînin lîga jortir. Ez herkesê vedixwînim ku li dora Amedsporê bibin yek.”   Dûrmaz ê qala maça ku dê roja şemiyê bi Bolûsporê re bilîzin kir, ji alîgiran re ev bang kir: “Ez rica dikim ku li ser koltuxên xwe bi xwe rûnin. Pişt re tevlihevî derdikeve. Alîgirên me di vê mijarê de baldar bin em ê gelek keyfxweş bin.”   ‘PÊDIVÎ PÊ HEYE KU EM BI HEV RE BIN’    Antrenorê Amedsporê Ersûn Yanal ê têkildarî pêvajoya transfere nirxandin kir, diyar kir ku dê di maça Bolûsporê de serbikevin û bigihin armanca xwe. Yanal, anî ziman ku ji bo tîma wan serkeftî be pêdivî bi alîgiran heye û got: “Îro Amedspor yek ji 3-4 tîmên ku li Tirkiyeyê herî zêde tên temaşekirin e. Dema alîgir bi me re bin em ê encamên baştir bistînin. Futbol lîstikeke ku yekitiyê ava bike ye. Em ê serkeftina Amedê biaxivin. Divê asta ji vir û şunda bibe Lîga Super. Ji bo vê pêdivî bi yekitiya me heye.”   ‘EM NAXWAZIN JI ALÎGIRÊN XWE DÛR BIKEVIN’     Sekreterê Giştî yê Amedsporê Faysal Tosûn ê herî dawî mafê axaftinê wergirt jî têkildarî rewşa sehayê axivî. Tosûn, anî ziman ku Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr ji bo çêkirina sehayê îhale daye fîrmayeke ku ew nas nakin û wiha got: “Me gelek caran got miduriyetê ku fîrma karê xwe nake. Ji ber seha gelek xerabe bû em neçar man maçeke xwe li Rihayê bilîzin. Me xwest maça xwe ya duyemîn jî li Rihayê bikin lê wê derê pirsgirêk derxist. Li sehayê pirsgirêkeke ku em nikarin bilîzin nîne. Em difikirin ku ji niha û şunde dikarin hemû maçên xwe li vir bilîzin. Em naxwazin ji alîgirên xwe dûr bikevin.”   Rêveberiya Amedsporê piştî axaftinan pirsên hatin kirin bersivandin.