Rapora Girtîgeha Karabukê: 17 girtî nayên tehliyekirin 2024-09-19 11:34:20 ENQERE - DEM Partî û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Karabukê eşkere kirin û gotin ku li gel dema înfazê xelas bûye jî 17 girtî nayên berdan. Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî dan.    Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Salan diyar kir ku polîsên TEM’ê li girtîgeha behsa xeberê bi ser du odeyan de girtine. Uysal, wiha got: “Ev rapor, raporeke balkêş e bê ka çawa girtî çawa dema înfaza xwe temam dikin jî nayên berdan.”   BAL KIŞAND SER PERGALA ÎŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ    Uysal, destnîşan kir ku Tirkiye ji hêla civakî ve bi rizîbûnê re rû bi rû ye û ev tişt anî ziman: “Li her derê bêedaletî heye û rewşên îstîsnaî tên asayîkirin. Ev yek li civakê jî tê ferzkirin. Bêguman ev derhiqûqtiye bingeha xwe ji rejîma îşkenceyê ya dermirovî ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin digire. Rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê bi awayê agahînegirtina mutleq tê domandin, niha li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di meriyetê de ye.”    17 GIRTÎ NAYÊN BERDAN   Di berdewamê de Uysal anî ziman ku 17 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê li gel ku demê înfaza xwe temam kirine jî nayên berdan û wiha pê de çû: “Azadiya girtiyan hatiye xespkirin. Li gel ku dema berdana bişert a gelek girtiyan bi ser re derbas bûye jî nayên berdan. Tehliyeya wan 2-3 caran ji hêla lijneyê ve hate taloqkirin.” Uysal, navên girtiyên tehliyeya wan hatiye taloqkirin yek bi yek rêz kir. Navên wan wiha ne: “Şîrîn Taşdemîr, Hakki Aygun, Halîl Temel, Kadrî Alkoç, Ahmet Bayna, Ejder Dogan, Alî Koç, Mehmet Sarialtûn, Abdullah Ok, Aydin Kudat, Abdurrahman Guner, Mûstafa Karakaya, Hasan Ogut, Adem Oktay, Alî Haydar Elyakut, Metîn Çakir û Muhîttîn Pîrînçîoglû.”   Uysal, bal kişand ser peywira Lijneyên Îdare û Çavdêriyê û ev tişt anî ziman: “Ji bo teslîmgirtin, dîl girtin û şikandina îradeya wan, înfazên girtiyan tên dirêjkirin. Azadiya girtiyên siyasî tê xespkirin. Divê tavilê pêşî lê were vekirin ku azad bibin, qanûnên heyî bikevin meriyetê û ev lijneyên îdare û çavdêriyê bên rakirin.”    Piştre jî endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê û OHD’ê Alîşan Şahîn axivî. Şahîn, qala sepanên lijneyê kir û ev tişt anî ziman: “Ev sepane tenê li girtiyên kurd, çepgir û sosyalîst tên bikaranîn. Ev yek cihêkarî ye. Hewl didin bi qanûnan van sepanan rewa bikin. Ev sepane ji bilî bêîtîbarkirina daraza welêt bi kêrî tiştekî nehatin. Lijne, poşmantiyê li girtiyan ferz dikin. Hiqûq û rejîmeke înfazê ya wiha li tu deverekê cîhanê nîne. Bi eşkereyî îşkence ye. Di qanûnan de guhertinan dikin lê weke ku bibêjin; ‘Ji bo kurdan, çepgir û sosyalîstan derbasdar nîne.’ Xwezî wisa jî binivîsandina.”    BIRYARA LIJNEYÊ REWA NÎNE   Bi domdarî Şahîn besa avadanî û helwestên lijneyan kir û wiha got: “Lijne, weke ku girtî bi tena serê xwe xistibe lêpirsînê tevdigere. Di van civînan de kamera tune ye û kes nizane çi li wir tê jiyîn. Qet nebe divê parêzerê girtî li wir be. Ji ber ku ev nayên kirin, ev lijne derhiqûqî ne û biryarên wan rewa nînin. Em dixwazin ev rizîbûn bi dawî bibe. Divê em bêhtir têbikoşin. Heta niha sepanên wiha li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tune bûn lê piştî girankirina tecrîda li Îmraliyê, ev sepan li vir zêde bûn û pêşî li tehliyeyan tê girtin.”    'RAYEYÊN WAN ZÊDE KIRIN’   Parêzerê Şaxa OHD’a Enqereyê Ferdî Sîdar jî wiha got: “Edalet û hiqûq ji biryarên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyan pêk nayê. Ev lijneye ji bo guhertinên di qawîşan de, fealiyetên civakî, sportîf û çandî hatine avakirin. Anku rayeya wan bisînor e. Lê gav bi gav rayeyên wan zêde kirin. Îcar tevî hukm, biryarên dadgehan û îçtîhadên Dadgeha Bilind û hiqûqa navneteweyî jî girtiyan di hundir de dihêle û rayeyên wisa xistin destê wê ku zextker, qedexeker û zordest tevdigere.”    'LI DIJÎ HIQÛQ, WIJDAN Û EXLAQÊ YE’    Sîdar, axaftina xwe wiha qedand: “Taloqkirina tehliyeyan derhiqûqî ye. Kesek dê 30 salan girtî bimîne lê tu dê bibêjî ‘tu nebaşhalî, poşman nînî, te zêde pirtûk xwendine û hwd.’ û tehliyeyê taloq bikî. Me dixwest van di çarçoveya hiqûqî de binirxînin lê ev biryar li dijî hiqûqê, wijdanê û exlaqê ne. Divê dewlet tavilê di rejîma înfazê de sererastkirineke çêbike ku li gorî rêgeza wekheviyê û qedexeya cihêkariyê be. Ji hêla hiqûqî û wijdanî ve ev zarûriyeteke e.”