Xizmên girtiyan: Em hemû tên tecrîdkirin 2024-09-19 11:05:08   RIHA - Malbatên ku xizmên xwe yên di girtîgehên dûr de ne nabînin, diyar kirin ku tecrîda li ser kesên li derve zêdetir bûye û banga "piştevaniya civakî" kirin.   Polîtîkayên tecrîdê yên li ser girtiyan didomin. Li hemû girtîgehan gelek binpêkirin wekî qedexekirina hevdîtin û ragihandinê, şewitandina înfazê, tundî, cezayên hucreyên yekkesî, xwegihandina mafên tenduristiyê û civakî pêk tên. Binpêkirinên herî giran li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê girtin pêk tên. Ji Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê 42 meh in tu agahî nayê girtin.   Malbat jî bandorê ji polîtîkayên tecrîdê yên li ser xizmên xwe yên girtî digirin. Hin malbat bi salan e nikarin biçin serdana xizmên xwe yên li girtîgehên dûr.    MALBAT JÎ TÊN TECRÎDKIRIN!   Malbata Ethem Goktûrk ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Yozgatê girtî ye û li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê dijî jî di rewşeke bi heman rengî de ye. Gokturk di sala 2018'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat binçavkirin û 12 rojan rastî tundiyê hat. Piştî 12 rojan der barê Gokturk de bi hinceta "endamê rêxistinê ye" û "alîkarîya rêxistinê" îdianame hat amadekirin.    Di rûniştina biryarê de ku di Cotmeha 2022’yan de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Rihayê hat lidarxistin, 24 sal cezayê girtîgehê li Gokturk hat birîn. Îtirazên hatin kirin tu encam nedan. Di 27'ê Hezîranê de Dadgeha Bilind cezayê birî erê kir. Piştî vê parêzerên Goktur serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat dayîn.    Xwişka Gokturk Zelîha Goktürkê anî ziman ku birayê wê li girtîgeheke dûrî wan tê girtin û ev rewş bandoreke neyînî li wan kiriye. Gokturk anî ziman ku 3 mehan carekê ancax dikarin biçin cem wî û ji sala 2018'an û vir ve di rêyan de diçin û tên û wiha got: "Em di rojên serdanê de xemgîn dibin. Hûn diçin wî dibînin lê nikarin wî bi xwe re bînin. Em birayê xwe di navbera 4 dîwaran de asêkirî dibînin. Û ji ber ku dûr e em nikarin her meh biçin. Dema hevdîtinê jî 40 deqe ye. Ma wê mirov di demeke wiha de karibe çi biaxive. Hin malbat hene nikarin biçin hevdîtinê jî. Ji lew re kesên malbatên wan li Şirnex an jî Amedê hene. Ew ancax salê carekê dikarin biçin."    Gokturk bilêv kir ku birayê wê di dema hevdîtinê de tim îşaret bi tecrîdê dike û got: "Rewşa me jı ya we baştır e. Jı lew re hün dı bın zextan de ne. Belê, em jî di bin zextan de ne, lê em nahêlin em bên eciqandin. Ên di tecrîdê de hûn in. Heya hûn deng dernexin hûn ê bên eciqandin. Qet nebe em li vir dikarin deng derxin."    Gokturk destnîşan kir ku tecrîda ku birayê wî destnîşan dike bandorê li jiyana kesên li derve jî dike û wiha got: "Mirov ditirsin nanê wan ji dest wna biçe. Tahde li gel tê kirin. Hin kes jî xwe li bêdengiyê datînin. Lê nizanin ya tê kirin bandorê li wan jî dike. Mesela ciwan daxilî nava tiryakê dibin."    Gokturk anî ziman ku yên li derve ji girtiyan bêtir tên tecrîdkirin û bang kir ku divê li dijî vê piştevaniya civakî bê xurtkirin.    9 SAL IN ZAROKÊN XWE NEDÎTINE   Malbata Şahîn a li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijî yek ji wan malbatan e ku bi heman awayî tên tecrîdkirin. Nîhat Şahîn ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtî, di sala 1995'an de li navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin. Şahîn li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê hat darizandin û cezayê muebedê lê hat birîn.   Birayê wî Ekrem Şahîn diyar kir ku birayê wî ji sala 2015'an û vir ve li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye û got: "Dê û bavê min 9 sal in ji ber nexweşiya xwe nikarin biçin cem wî. Tevî ku me der barê nexweşiya Parkînsonê ya dayik û bavê xwe de agahî dan jî, daxwaza me ya sewqê pêk nehat. Ji bo em biçin girtîgehê pêşî em diçin Stenbolê û paşê diçin Tekirdagê. Derfeteke me ya ku em rasterast biçin tune ye. Bi vî awayî malbat jî tên cezakirin. Hê jî parçeyên şarapnelê di laşê birayê min de ne û wisa tê dermankirin. Jixwe temenê wî mezin bûye û 29 sal in di girtîgehê de ye."    Şahîn diyar kir ku tecrîda li ser girtiyan bi atmosfera siyasî ve girêdayî ye û got ku ev polîtîka bi taybet piştî bidawîbûna "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera salên 2013-2015'an de hîn kûrtir bûye. Şahîn got: "Gelek pêkanînên wekî rakirina hevdîtinên di navbera qawîşan û çalakiyên werzîşê de hene. Hûn nikarin rasterast pere razînin. Berê di nava şert û mercên xerab de hevgirtin hebû. Lê ji ber tecrîdê nikarin vê bikin. Erê, cezakirin dibe, lê tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye."   Şahîn destnîşan kir ku divê raya giştî li hemberî vê hesas be û bide dû mafên xwe yên rewa.    MA / Ceylan Şahînlî