Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da 2024-09-18 15:50:34   ENQERE - DEM Partiyê ji bo binpêkirinên li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê di cih de bên çavdêrîkirin, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê da.    Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal, Bêrîtan Guneş û Kamûran Tanhan têkildarî îdiayên îşkence û miameleya xerab ên li dijî girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan.    CIH DAN BINPÊKIRINÊN GIRTÎ PARVE KIRΠ   Di serlêdanê de agahiyên binpêkirinan ên girtiyan dane hatin parvekirin. Bi domdarî bal kişandin ser agahiyên parêzeran piştî hevdîtina bi Haci Karakuzu re kirin û wiha hate gotin: “Girtî rojê saetekê derdixînin hewşê, dema derdixînin sol, qayîş û saetên wan tên derxistin. Du hefteyan tenê saetekê dibin sporê, av mîna heriyê diherikin û radyo hatine komkirin.”    '10 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN’   Bi domdarî di serlêdanê de hate gotin ku lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin, gelek girtî ji ber vê sepanê naçin nexweşxaneyê û girtiyê 60 salî Celal Cengîz ku xetere heye krîza dil derbas bike bi destkelemçekirî birine nexweşxaneyê. Parlamenteran bal kişandin ser agahiyên Karakuzu û gotin ku di nava du salan de herî kêm 10 girtiyên edlî ji ber binpêkirinan jiyana xwe ji dest dan.    BI DEHAN BINPÊKIRIN HENE   Di serlêdanê de hat gotin ku girtiyê bi navê Mesût Ayşîn gotinên nîjadperest ji girtiyan re dike, pirsgirêka avê heye, xwarin bi hîjyen nînin, mehê tenê carekê xwarinên bigoşt tên dayin, daxwaza xwarinên diyetê yên nexweşên diyabetê nayê cîbicîkirin, li nexweşxaneyê rastî miameleya nebaş a bijîşkan tên, li gel ku hikûmxwar nînin jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, gardiyan bi şev ceyranan vedikin, atolye tune ne, ji ber têlên direhî ode hewayî nastînin, ava germ tune ye, girtiyên nikarin ji ber bêperetiyê ava hazir bikirin ji neçarî ava kaniyê ya mîna heriyê vedixwin û gelek caran nexweş dikevin.    ÎŞKENCEYA GARDIYANAN VEGOT   Di serlêdanê de agahiyên Îsmaîl Tuzun parve kirin jî hatin destnîşankirin. Hat gotin ku Tuzun di 26’ê tebaxê de ji hêla gardiyanan ve bi darê zorê ji odeya hatiye derxistin û birine odeyeke din. Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Bi her du destên Tuzun hate girtin du robokop xistin ber milên wî, stûyê wî hate çemandin, gardiyanan ji pişt ve pêhn avêtin, li korîdora kesên ji sûcên cuda hatine girtin avêtin odeyeke vala, li vî cihê nû ji neçarî bi tena serê xwe derdikeve hewşê, gardiyanan alav û amûrên wî kom kirin, destê Mansur Zan hate şikandin, bi hinceta ku pêwendiyên rêxistinî yên girtîgehê dest danin ser nameyên girtiyan, xetereya mirinê li ser girtiyan heye, carnan her du rojan carekê bi ser odeyan de tê girtin û alavên wan tên belavkirin, îşkenceya fîzîkî û psôkolojîk tê kirin, av mîna heriyê diherike, firaq, çay û hwd. tevek bi ava hazir tên kirin.”    CILÊN KILIÇ NAYÊN DAYIN   Hat ragihandin ku li gel ku Yûsûf Kiliç hikûmxwarê cezayê muebbeta giran nîne jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin, mafên wî tên binpêkirin, Kiliç ji ber van binpêkirinan bifikar e, cil û bergên malbata wî jê re şandine jî ev 2 meh in nayên dayin.    BANGA LI KOMÎSYONÊ KIRIN   Di serlêdanê de ji bo binpêkirinên behsa xeberê di cih de bên lêkolînkirin û ji bo bidawîkirina binpêkirinên heyî, bang li komîsyonê hate kirin û jê hat xwestin ku biçe girtîgehê.