Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû 2024-09-18 15:22:30 AMED - Operasyona leşkerî ya li gundê Pêçarê yê Liceyê hatiye destpêkirin didome.  Hat zanîn ku şevê din li gundê Pêçarê yê navçeya Lice ya Amedê bi tevlibûna gelek leşker û cerdevanan careke din operasyona leşkerî hate destpêkirin. Bi destpêkirina operasyonê re liv û tevgera helîkopteran a li qadên Lîs, Çeemê Sarûmê, Zikte û Şehîd Remzî jî zêde bû.    Di 16’ê îlonê de li heman herêmê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha leşkeran gef li şêniyên gund xwaribûn û heqaret lê kiribûn.