Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir 2024-09-17 23:45:03   ENQERE - Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê ya li Meclisê di Roja 27'emîn de berdewam kir. Parlamenterên DEM Partiyê çûn serdana Emîneyê û piştgirî dan çalakiya wê.   Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parazvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 27’emîn de li Meclisê berdewam kir.   Parlamenterên DEM Partiyê Burcugul Çubuk, Sevîlay Çelenk û  Mithat Sancar çûn serdana Şenyaşarê.