Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe 2024-09-17 15:15:35 SÊRT - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li kongreya partiya xwe ya Sêrtê axivî, wiha got: “Rêya xelasiyê ya gelê kurd di rêxistinbûyînê re derbas dibe.” Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sêrtê 1’emîn Kongreya xwe ya Awarte li eywaneke dawetê li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Li eywana ku kongre lê hate lidarxistin pankarta “Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyaneke azad ve” hate daliqandin.     TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ HATE DESTNÎŞANKIRIN    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, qala girîngiya rêxistinbûyînê kir û wiha got: “Berxwedana gelê kurd ji cîhanê re pêşengtiyê dike. Yek ji van jî felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ye.” Saritaş, bal kişand ku tecrîd bi awayekî girankirî berdewam dike û anî ziman ku israra di tecrîdê de israra di polîtîkayên şer de ye.    ‘EM BERXWEDANA GELAN AVA BIKIN’    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku berxwedana Jîna Emîniyê ji gelên cîhanê re bû hêvî û da zanîn ku gelê kurd bi polîtîkayên zextê re rûbirû ye. Bayindir, axaftina xwe wiha domand: “Ev zext bi sedan salan e, berdewam dike. Gelê kurd, di tu serdemên dîrokê de li dijî van zextan serî netewand û natewîne. Ji Plana Şark Islahatê heta niha winda kirin. Heta îro tu desthilatan bi zilmê serkeftin bi dest nexistine. Rojhilata Navîn veguheriye qada şer. Bêdengiya li dijî zilma li gelê kurd tê kirin xwe li dijî zilma li gelên din tê kirin jî nîşan dide. Ji ber vê yekê, em berxwedana gelan ava bikin.”   ‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’    Bayindir, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Navnîşana çareseriyê Îmrali ye. Lê çareserî bi salan e di bin tecrîdê de ye. Rêya azadî û aştiyeke birûmet di rakirina tecrîdê re derbas dibe. Heke mûxalefet aştiyeke birûmet bixwaze, daxwaza wan a azadiyê hebe divê li dijî tecrîdê helwestekê bigirin. Ev ne tenê meseleya kurdan, meseleya herkesê ku daxwaza wan a azadî û aştiyeke birûmet heye ye. Divê gelê kurd jî di nava xwe de bibe yek û berxwedana xwe mezintir bike û hêza xwe ya lêgerîna çareseriyê nîşan bide. Di pergala nû de sîstemeke nijadperest û faşîst tê avakirin. Ev pergal pergaleke dijminê mirovahiyê ye. Wêneyê li Xelatê hatiye kişandin tabloya şermê ye. Di vê tabloyê de komkujî, înkar, xiyanet, faşîzm û gelek tiştên din hene. Lûtkeya dijminatiyê ya gelê kurd. Ew wêne, wêneyê kontrayan e. Dijminê gelê kurd kî hebe li wir ji xwe re cih dîtiye.”   ‘XELASÎ DI RÊXISTINBÛYÎNÊ DE YE’    Bayindir, diyar kir ku reya xelasiyê ya gelê kurd di rêxistinkirinê re derbas dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Desthilata AKP’ê ya 22 sal in desthilat e dê biçe, berxwedana gelan dê were. Li gel wan dê amûrên wan jî biçin. Em di pêşengtiya jinan û ciwanan toreke berxwedanê ava bikin. Em xwe bi rêxistin bikin û bi rêxistinbûyîna xwe pêşerojê ava bikin. Gelê kurd li her qada ku lê ne divê rolekê û berpirsyartiyekê bigirin. Em ji PDK’a ku Başûr veguherandiye qada komkujiyê re bibin bersiv. Em vê zilmê qebûl nekin. Roj roja serî rakirinê ye. Divê herkes tişta dikeve ser milê wî pêk bîne.”   Piştî axaftinên hatin kirin, ji hevserokatiyê bajêr re Mûazez Bûlga û Mûsta Dayanan hatin hilbijartin.   Kongre bi gerandina govendê re bi dawî bû.