Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan 2024-09-17 13:22:01   AMED - Ji 3 kesên di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê de hatin binçavkirin 2 jê hatin berdan.    Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê 19 roj piştre di 8'ê îlonê de hate dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna Guranê de Î. û Şeyma Kaya di 15’ê îlonê de hatibûn binçavkirin.    Her du kesên behsa xeberê bi sûcdariya “Berê lêpirsînê guherandine” hatibûn binçavkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.    Hat zanîn ku îfadeyê jinmama Narîn Guranê ya bi navê Hediye Guran ku di 15’ê îlonê de hatibû biçavkirin, hêj didome.