Mûsa Anter dê were bibîranîn 2024-09-16 13:23:10   AMED - Nivîskar û rojnamevan Mûsa Anter dê di 20’ê îlonê de li cihê lê hatiye qetilkirin û li ser gora xwe bê bibîranîn.    Bernameya bîranînê ya rojnamevan û nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) yê di 20’ê îlona 1992’yan de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin diyar bû. Di pêşengtiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) de Anter dê di 20’ê îlonê de saet di 11.00’an de li kolana 442’yemîn a Taxa Komarê ya Semta Seyrantepe ya lê hatiye qetilkirin bê bibîranîn. Pişt re dê li gundê Sitîlîlê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li ser gora Anter saet di 16.00’an de bernameya bîranînê bê lidarxistin.