Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn 2024-09-15 20:06:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê ragihand ku ew ji ber sansûrkirina filmên berê li Festîvala Filman a Porteqalên Zêrîn dê beşdarî festîvalê nebin û bang li hemû sînemageran kir ku li dijî sansûrê rabin.    Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê têkildarî Festîvala Filman a Prteqala Zêrîn ku dê di 5-12'ê cotmehê de li Antalyayê bê lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî belav kir.    Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser sepanên sansûrê yên di salên dawî de li Tirkiyeyê pêk tên. Înîsiyatîfê ragihand ew ji ber sansûrkirina filmên salên berê yên li Festîvala Filman a Porteqalên Zêrîn a Antalyayê dê beşdarî festîvalê nebin û bang li hemû sînemageran kir ku li dijî sansûrê sekna xwe nîşan bidin. Înîsiyatîfê da zanîn ku ew ji festîfalên sansûrkar re dibêjin na û dê beşdar nebin.