Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome 2024-09-15 15:36:47   STENBOL - Xizmên girtiyan di çalakiya “Deng bide azadiyê” de diyar kirin ku heta bêhiqûqtiyên li girtîgehan bi dawî dibin dê çalakiya xwe bidomînin.    Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, çalakiya “Deng bide azadiyê” dabûn destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê çalakî hat lidarxistin. Gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî û rakirina tecrîdê deng bide azadiyê” hatibû hilgirtin û çalakvanan pêşmalk û şewqeyên bi nivîsa “Deng bide azadiyê” li xwe kiribûn.     ‘EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN’   Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr di çalakiyê de axivî û wiha got: "Heta ku neheqî û bêhiqûqiyên li girtîgehan bi dawî dibin em ê çalakiya xwe ya ‘Deng bide azadiyê’ bidomînin.”   Piştî axaftina Demîr, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di dema rûniştinê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” hatin berzkirin.    Çalakiya rûniştinê bi tililî û çepikan bi dawî bû.