Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir 2024-09-15 13:32:50   ENQERE - Di erdhejê de avahiyê malbata Done Kaya hilweşiya û 4 xizmên xwe winda kir. Kaya, di çalakiya xwe ya edaletê de banga xwedîderketina li dozên erdhejê kir.    Welatiya bi navê Done Kaya, di erdheja 6’ê sibata 2023’yan a navenda wê Mereşê de li Antakyayê ji malbata xwe 4 kes winda kir. Kaya, bi daxwaza “Darizandina adilane” li Parka Kuguluyê ya Enqereyê dest bi çalakiyê kiribû û çalakî di hefteya 18’an de domiya. Parastvanên mafên sewalan ku 115 roj in li dijî qanûna rê li ber qetilkirina sewalan vedike çalakiyê li dar dixin jî piştgirî dan Kaya.    'EDALETÊ PÊK BÎNIN’   Kaya, di çalakiyê de anî ziman ku tevî bi ser erdhejê re 587 roj derbas bûne jî hêj jî gelek pirs nehatine bersivandin. Kaya, pirsa “Çima edaletê pêk nayînin?” ji rayedaran kir û wiha domand: “Çima hêj niha jî mitehit, peywirdarên cemaweriyê yên ji venêrînê berpirsyar hêj dixebitin? Çima nehatin cezakirin? Ji bo ku em di erdhejeke din de dîsa bimirin lewma wisa dikin? Heke biqasî hûn peywirdarên cemaweriyê diparêzin, we 53 hezar kes biparasta, belkî ew 53 hezar kes niha hêj bijiyan. Ji serokkomar heta hemû rayedaran, banga min li tevekan ew e ku peywira xwe pêk bînin û edaletê bicih bînin.”    'XWEDÎ LO DOZÊN ERDHEJÊ DERKEVIN’   Kaya, banga xwedîderketina li dozên erdhejê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Biraziyê min ê 9 mehî li şûna ku niha tevî dayik û bavê xwe li vê parkê bilîsta, di nava betonan de canê xwe ji dest da û niha di gorê de ye. Li şûna ku niha li cem dayika xwe bûma, ji ber çend kesên çavbirçî hinek zêdetir pereyan qezenc bikin, di bin avahî de ji canê xwe bûn. Êdî ne dilê min ne jî aqilê min vê rastiyê ranagire. Tenê dixwazim ku hûn hinek empatiyê bikin. Xwedî li van dozên erdhejê derkevin da ku sibe hûn jî hezkiriyên xwe winda nekin.”