Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin 2024-09-13 15:55:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî ragihand ku mafê wan e ku her sal bi merasîmekê li gorî kevneşopî û rêgezên olî keça xwe bibîrbînin.    Salvegera qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana "Jin jiyan azadî" ya 16’ê Îlona sala 2022’yan ku li seranserê cîhanê belav bûbû, nêz dibe. Di vê çarçoveyê de bangên ji bo grevên giştî û çalakiyên bi boneya 2’yemîn salvegera bîranîna Jînayê berdewam dikin.   Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî têkildarî lidarxistina merasîma duyemîn salvegera qetilkirina keça xwe ji aliyê rejîma Îranê ve, ji bo Radiyoya Ferda axivî.   Emced Emînî ragihand ku ger hikûmeta Îranê wek sala borî zorî û astengî dernexîne, li ser pêşniyarên gel wê roja yekşemê (15’ê Îlonê) merasîma salvegera qetilkirina keça xwe li dar bixin.   Emced Emînî wiha got: “Em malbata Jîna Emînî, wek her malbateke Îranî ya dilgiran, hez ji kesûkarên xwe yên koçkirî dikin û mafê me heye ku merasîmên li gorî kevneşopî û bîranînên olî yên salane ji bo keça xwe lidarbixin.”   Hêjayî gotinêye ku sala borî rejîma Îranê bi armanca rêgirîkirina merasîma bîranînê ya Jîna Emînî, hemû rêyên diçin Goristana Ayiç ya li Seqîz ku gora Jîna Emînî lêye, girtibû.