Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin 2024-09-13 11:34:53   STENBOL - Danişîna doza ku Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan jê tên darizandin, ji bo mutala bê amadekirin hate taloqkirin.    13’emîn danişîna doza bi îdiaya “Mûxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û civînê” derbarê 46 Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ên di çalakiya hefteya 700’emîn de li Qada Galatasarayê piştî êrişa polîsan hatibûn binçavkirin hatibû vekirin hate lidarxistin. Danişîn bi hinceta eywan biçûk e şûna 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hate lidarxistin.    Hin kes û parêzerên derbarê wan de doz hatiye vekirin di danişînê de amade bûn. Şandeyeke ku nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, Şewirmenda Tirkiyeyê ya PEN’a Norveçê Caroline Stockford û Cîgirê Dîrektorê Norveçê yê PEN’ê di nav de danişîn temaşe kirin.    Dozger ji bo ku derbarê esasê de mutala bê amadekirin, xwest ku dosya ji wî re bê şandin.    Dadgehê, biryar da ku dosyaya du kesên ku parastina wan nehatiye wergirtin bê veqetandin. Dadgehê biryar da ku ji bo derbarê esasê de mutala bê amadekirin dosya ji dozger re were şandin. Danişîn taloqî 10’ê çileya 2025’an hate kirin.