DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike 2024-09-13 10:11:52 AMED - Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku hewldan heye ku lêpirsîna Narîn Guran veguherînin bûyereke magazînel û wiha got: “Em ê derheqê kesên nepeniya lêpirsînê binpêkirin de serlêdana sûc bikin.”  Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li taxa Çulî ya navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û 19 roj piştre cenazeyê wê hate dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qetilkirina Guranê de 10 kes hatin girtin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan ku pêvajoya lêpirsînê li Edliyeya Amedê dişopîne, çavdêriyên xwe yên têkildarî pêvajoyê vegot.    Tanhan, diyar kir ku piştî windabûna Narîn Guranê dezenformasyoneke pir zêde tê kirin û got ku ji ber vê sedemê lêpirsîneke bitendurist nayê kirin. Tanhan, anî ziman ku di mijara komkirina delîlan de yekîneyên edlî tên astengkirin û wiha pê de çû: “Mînaka vê ya herî şênber ew e ku cenazeyê Narînê 19 roj piştre di rûbarê 2 km’an dûr de hate dîtin. Îro di raporan de jî derket holê ku tu hêmanên biyolojîk nehatin peyda kirin. Heke dezenformasyon tune bûya, dê zûtir bihata dîtin û îxtîmala peydakirina delîlan zêde bû.”    'LI GORÎ DADGEHA BILIND BINPÊKIRINA NEPENIYÊ SÛC E’    Bi domdarî Tanhan diyar kir ku tevî biryara nepeniyê jî medyaya navendî îfadeyên binçavkiriyan bi zindî diweşînin û wiha got: “Parvekirina van, li gorî qanûna cezayê sûc e. Kesên binçavkirî yan jî faîl li gorî vê pozîsyona xwe diguherînin. Mafê agahîgirtinê yê gel heye lê di lêpirsînên bi vî rengî de parvekirina îfadeyan, sûc e. Di îçtîhadên Dadgeha Bilind de parastina nepeniyê tê ferzkirin. Weke Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê em ê derheqê kesên ne li gorî biryara nepeniyê tevgeriyayîn serlêdana sûc bikin.”    'GELO BELGEYÊN NEPEN JI HÊLA KÊ VE HATIN ŞANDIN?’    Tanhan, daxuyand ku dozger û parêzeran ev îfadeyên behsa xeberê nedane û ev tişt anî ziman: “Divê were lêkolînkirin bê ka kê ev îfadeye servîs kirine. Îdia hene ku personelên wezaretê yan jî kesên siyasî ev îfadeye parve kiribin. Dema me bi wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê re hevdîtin kirî, got ku hêj karûbarên sewqkirinê temam nebûne. Lê bi ser re 10 deqe derbas nebûbûn ku medyaya alîgir ragihand ku 9 kes bi daxwaza girtinê hatine sewqkirin. Weke parêzeran em jî ji medyaya alîgir hîn bûn. Xuyaye ku nepeniya vê lêpirsînê tenê ji bo welatiyan û parêzeran e. Me dît ku ji bo medyaya alîgir tu qeydên nepeniyê nînin. Lewma jî ji destpêkê heta niha lêpirsîneke bibandor nehat meşandin.”    Tanhan, got ku divê her agahî û parvekirinên li ser medyaya dijîtal weke nûçe neyên parvekirin û wiha derbirî: “Ev yek rê li ber komkirina delîlan digire. Di rewşeke cuda de faîl li gorî wê pozîsyona xwe digirin. Bi taybet jî divê rojnameger di vê mijarê de hişyar bin. Hinek kes tenê ji hêla magazînê ve li vê wehşetê dinêre.”   'EM Ê MUDAXILÎ DOZÊ BIBIN’   Tanhan, axaftina xwe wiha qedand: “Cenaze 19 roj piştre û 2 km’an nêzî gund hate dîtin. Ev ne rewşekî asayî ye. Em ê pêvajoyê bişopînin. Weke Baroya Amedê, OHD û Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê em ê vê pêvajoyê bişopînin. Ev doz êdî dozeke civakî ye lewma ne tenê malbat, tevahiya civakê mexdûr e. Em jî dê bi navê civakê mudaxilî dozê bibin.”