Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin 2024-09-13 09:58:06 STENBOL - Ji endamên koma Demîr Lebleblî Yasemîn Demîr ku di dema çalakiyên ji bo Narîn Guranê de hat binçavkirin, got: "Dîmenên hevalên me yên kincên wan ji wan hat kirin, bi telefonên şexsî yên polîsên mêr hatin kişandin. Dîmenên der barê tundiya polîsan de jî bi darê zorê hatin jêbirin."  Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû, piştî 19 rojan bi awayekî kuştî hat dîtin. Kuştina Narînê li tevahiya welêt bû sedema hêrs û bertekên mezin.   Li Stenbolê ku yek ji navendên çalakiyan bû, di dema daxuyaniya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) ya li Kadikoyê de, 2 jinên ku bertek nîşanî polîsên ku xwestin nasnameya wan kontrol bikin dan, hatin binçavkirin. Jinên ku birin midûriyeta polîsan, bi sûcê sûcê "Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan de" der barê wan de qeyd hat çêkirin û paşê serbest hatin berdan.   Koma Demîr Leblebî ku xwest li Kolana Îstîklalê bimeşe ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Di êrişa polîsan de ya li hemberî jinên ku destûr nehat dayîn daxuyaniyê bidin 7 kes hatin binçavkirin. Di lêpirsîna polîsan de ji jinên ku birin midûriyeta polîsan pirsên wekî "Hûn çawa ji çalakiyê haydar bûn, hûn bi çi armancê beşdar bûn, ji bo beşdarbûnê kesî zorê li we kir" hatin kirin. Bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan" îfadeya jinan hat girtin.    LI MIDÛRIYETÊ TACIZ   Kesên hatin binçavkirin di îfadeyên xwe de diyar kirin ku rastî tundiya polîsan hatine û gotin ku polîsên mêr kincên wan ji wan kirine û ew taciz kirine.    DI RAPORÊ DE BEHSA TUNDIYÊ NEHAT KIRIN   Her wiha jinan diyar kir ku ew li gel polîsan çûne cem bijîşk, lê bijîşk tahdeya ku polîsan li wan kiriye di raporê de nenivîsandiye.    Endama Koma Demîr Leblebî Yasemîn Demîr têkildarî tiştên ku li qereqolê hatine serê wan ji ajansa me re axivî.   KINCÊN WAN JI WAN KIRIN Û DÎMENÊN WAN KIŞANDIN   Demîrê diyar kir ku kesên kujerên zarokan diparêzin hewl didin kesên ku dibêjin "Em dengê zarokan in" bêdeng bikin û polîsên ku tundiyê li wan kirine bi porê wan girtine û ew kaş kirine. Demîrê got: “Jin ji aliyê polîsên Midûriyeta Stenbolê ve rastî tacîza zayendî hatin. Wêneyên hevalên me yên di dema êrişa fizîkî de kincên wan ji wan hatin kirin bi telefonên şexsî yên polîsên mêr hatin kişandin. Tevî ku dema binçavkirinê qediya bû jî, polîsên mêr, jinan û hevalên me yên LGBTIQ+ taciz kirin."   ‘BI DARÊ ZORÊ DÎMENÊN DEMA TUNDIYÊ HATIN JÊBIRIN'   Demîrê anî ziman ku dîmenên tundiya polîsan bi darê zorê ji têlefonên wan hatine jêbirin û got: “Em wekî femînîstên quer ên zanîngehê, desthilatdariya mêran a li ser bedena xwe qebûl nakin. Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ku bi zorê dîmenên kêliyên îşkenceyê ji telefonên hevalên me jêbirin, nikare tundiya mêr-dewletê ya li ser jin û lezbiyenan veşêre. Em ê ji kampusê heta kolanan, li her derê biqîrin ku em li dijî saziya malbatê, heteropatrikatî û faşîzma qesrê ne."    WÊ GILÎ BIKIN   Parêzerê ciwanan Sîdar Perçînê diyar kir ku ji ber tundî û pêkanînên xerab ên li muwekîlên wê hatine kirin dê gilî bikin. Perçînê wiha got: : “Tundiya fizîkî û derûnî binpêkirina qedexeya muameleya xerab e. Saet li derdora 19.00’an hatin binçavkirin û heta saet 23.00’yan bi awayekî ji paş de kelemçekirî, tî û birçî di wesayîtê de hatin girtin.”   MA / Omer Îbrahîmoglû