Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min 2024-09-09 16:38:26   NAVENDA NÛÇEYAN - N.B. ê di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guran de hatiye binçavkirin diyar kir ku wî û apê Narînê cenaze bi hev re xistine kîs û biriye devê çem daniye, veşartiye.    Cenazeyê Narîn Guran di 8’ê îlonê de li Çemê Selmiyê yê du kîlometre dûrî gund hat dîtin. Piştî dîtina cenaze, dayik û bav û du bira û sê apên Narînê jî di nav de 24 kes hatin binçavkirin.    N.B. ê di binçavan de li xwe mikûr hat  û got ku wî Narînê biriye li Çemê Selmiyê veşartiye.    Li gorî nûçeya DW’yê N.B. di mikûrhatina li xwe de wiha dibêje: "Apê Narînê Salîm Guran (keyayê gund, di 2’yê îlonê de hat girtin) cenazeyê wê di wesayîtê de anî. Di nav betaniyê de bû. Me bi hev re xist kîs. Mixtar ji cem min çûn. Min kîs xist wesayîta xwe û paşê jî min bir newalê, devê çem.    ÎTÎRAFÊN N.B.    Ava şebekeya gund birîbûn. Ez di 21’ê tebaxê de li mixtar Salîm Guran geriyam. Salîm Guran got ‘ez ji bo erzayê li rayedaran geriyam’. Em deqîqeyek axivîn. Di navbera mala min û mixtar de 80-100 metre mesafe heye.    "Ez ji malê bi wesayîta xwe derketim. Paşê jî min dît wesayîta Salîm Guran li pey min tê. Li ser rêya gund bû. Salîm Guran ji min re li konrayê xist û selektor. Min jî got herhal wê têkildarî ava şebekeyê tiştek ji min re bêje û ez sekiînim. Salîm Guran bi destê xwe di qoltixê pêş ê texsiyê de tiştek di nava betaniyê de nîşanî min da. Ji min re got, ‘tu yê viya winda bikî’. Ez jî nêzî wî tiştê nîşanî min da bûm. Min lê mêze kir ku di nava betaniyê de kesek bêtevger heye. Min fam kir ku însanek e. Ez şaş û dudilî mam.    Salîm Guran ji min re got, ‘baş bifikire, ez ê 200 hezar lîre pere bidim te’. Kesek li derdora me nebû. Salîm Guran kîsek ji min xwest. Min jî ji bagaja wesayîta xwe kîsek derxist û da wî. Me cenazeyê di nava betaniyê de rakir û bi hev re xist kîs. Tîşortek reş û şortek li ser wê hebûn. Çenteyek biçûk li ser wê hebû. Dema me zarokê xist kîs, min ferq kir ku li pişt guhê wê rastê û li derdora qirika wê sorbûyînek hebû.    Beriya ku Salîm Guran ji cem min biçe, ji min re got bibe newalê û bi destê xwe îşaret kir. Piştî ji cem min veqetiya jî min mêze nekir ku Salîm Guran çi kiriye.    EZ ÇÛM MALÊ Û MIN NIMÊJ KIR    Paşê min cenaze bir devê newalê. Ez li benekî geriyam ku devê kîs girê bidim lê min nedît. Min bi benê çenteyê wê devê kîs girê da. Min kîs danî cihek pirr ne kûr. Min got belkî kîs ji aliyê hinekan ve bê dîtin, lewma min kevir danî serê. Kevir bi qasî 15-20 mezin û giran bû. Min şax û guliyên daran daneniye serê. Çimkî ser kîs hatibû girtin. Piştre ez li wesayîta xwe siwar bûm û ez çûm mala baldûza xwe. Piştî çûm malê min nimêja xwe jî kir. Ez tev li lêgerînê jî bûm.    Bi qasî nîv saetî ez bi veşartina kîs re mam. Wextê min devê kîs girê da, min ferq kir ku ya di hundirê kîs de ye Narîn Guran e. Leşkeran li wê derdorê lêgerîn kirin, Salîm Guran jî tev li lêgerînê kirin lê belê lêgerînek ne bi rastî bû.”