Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin 2024-09-09 13:06:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk gundên Binarê Qendîlê bombebaran kirin.    Balafirên şer ên dewleta tirk gundên Binarê Qendîlê yên Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kirin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; balafirên şer ên dewleta tirk di danê sibehê de gundên Suredê, Enzê û Kirmesuyê yên Binarê Qendîlê bombebaran kirin.    Hevşaredarê Binarê Qendîlê Serwîn Celal têkildarî mijarê ev agahî da: “Îro di danê sibehê de gundên Binarê Qendîlê zêdetirî 10 caran hatin bombebarankirin. Ji ber êrişan ziyaneke mezin gihişt derdora herêmê. Liv û tevgera balafirên şer ên li ser herêmê didome.”